​​​​​​​Şerê hikumeta Şamê-çeteyan û yê Hemas-Îsraîlê rojevên rojnameyên erebî bû

Rojnameyên erebî yên îro cih dan topbarana hikumeta Şamê li dijî gundewarên Idlib û Hemayê û bandorên şerê Hemas-Îsraîlê.

​​​​​​​Şerê hikumeta Şamê-çeteyan û yê Hemas-Îsraîlê rojevên rojnameyên erebî bû
9 cotmeh, 2023   06:50

Rojnameya El Wetan ya girêdayî hikumeta Şamê cih da topbarana dijwar a hikumeta Şamê û balafirên Rûsyayê dijî gundewarên Idlib û Hemayê yên di bin dagirkeriya çeteyên dewleta Tirk a dagirker de. Li gorî rojnameyê, ev topbaran di çarçoveya “operasyona tolhildana şehîd û birîndarên fekolteya şer” de pêk hatiye.

ŞERÊ HEMAS-ÎSRAÎLÊ

Rojnameya El Ereb jî cih da şerê Hemas-Îsraîlê. Di nûçeya rojnameyê de hat diyarkirin ku operasyona ji nişke ve ya Hemasê dijî Îsraîlê, di heman demê de li djiî hewldanên ji bo avakirina hevalbendiyên ewlehiyê yên herêmî yên nû û dijî hêviyên Îranê -piştevana sereke ya tevgera Hemasê- ye jî.

Tûra El Hurra jî di heman mijarê de nûçeyek weşand. Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku dibe ku şerê heyî yê navbera Hemas û Îsraîlê berfirehtir bibe û rewşa Rojhilata Navîn aloztir bike. Di dewama nûçeyê de bal kişand ku li Amerîkayê nîqaşên li ser beşdarbûna Îranê di êrişa Hemasê de tên kirin.

(c)