​​​​​​​Welatiyên Cizîrê ji bo dayîna xwînê herikîn nexweşxaneyan

Şêniyên herêma Cizîrê ji bo ku xwînê bidin welatiyên di bombebarana dewleta Tirk a dagirker de birîndar bûne, şevê din li nexweşxaneyan bûn.

​​​​​​​Welatiyên Cizîrê ji bo dayîna xwînê herikîn nexweşxaneyan
​​​​​​​Welatiyên Cizîrê ji bo dayîna xwînê herikîn nexweşxaneyan
​​​​​​​Welatiyên Cizîrê ji bo dayîna xwînê herikîn nexweşxaneyan
​​​​​​​Welatiyên Cizîrê ji bo dayîna xwînê herikîn nexweşxaneyan
​​​​​​​Welatiyên Cizîrê ji bo dayîna xwînê herikîn nexweşxaneyan
9 cotmeh, 2023   05:48

Di bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker ku şevê din li ser gelek deverên herêm Cizîrê pêk hatin de gelek kes birîndar bûn.

Yek ji navendên ku bû hedefa dagirkeran jî navendek Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li herêma Koçerat a Dêrikê bû. Li gorî daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di êrîşan de şehîd bû birîndar çêbûn.

Piştî êrîşan ji nexweşxaneyan bang hat kirin ku ji bo birîndaran xwîn were dayîn. Li ser vê bangê bi dehan şêniyên navçeya Girkê Legê, Amûdê, Çilaxa, Tirbespiyê û bajarê Qamişlo çûn nexweşxaneyan û xwîn da.

(sb/a)

ANHA