Rûspiyên eşîrên Ereban bêhelwestiya Komkara Erebî û NY'yê rexne kir

Rûspiyên eşîrên Ereban ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêdengiya Komkara Erebî ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dijî herêmê rexne kir û daxwaza girtina qada hewayî li Tirkiyeyê kir.

Rûspiyên eşîrên Ereban bêhelwestiya Komkara Erebî û NY'yê rexne kir
9 cotmeh, 2023   05:59

Rûspiyên eşîrên Reqayê re têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker dijî herêmê, armanca êrişan û helwestên Komkara Erebî û yên navneteweyî ji ajansa me re axivîn.

Rûspiyê eşîra El Elî (qebîleya El Welde) Remedan El Rehal bal kişand ser hedefgirtina binesaziya herêmê, cihên xizmetê û herêmên sivîlan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve û got: “Dixwaze şêniyên herêmê ji xizmetên ku Rêveberiya Xweser pêşkêş dike, mehrûm bike.”

El Rehal helwesta NY`yê û Komkara Erebî rexne kir û li niyeta wan pirsî: “NY û Komkara Erebî li hember van binpêkirin û êrişên hovane yên dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêdeng bûn? Çima ev rêxistinên navneteweyî bêdeng dibin? Gelo ev karê dewleta Tirk qanûnî ye ji ber wê yekê bê helwest dimînin, yan jî ew şirîkên van êrişan in?”

El Rehal bang li hêzên navneteweyî kir ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dewleta Tirk bigire, her wiha bang li şêx û rûspiyên eşîrên herêmê kir ku li dora Hêzên Sûriya Demokratîk kom bibin û bersiva van êrişan bidin.

Rûspiyê eşîra El Xanim Zahir, Mistefa Ebdî jî destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji hedefgirtina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vejandina DAIŞ'ê û hilanîna tola wê ye.

Ebdî got: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide fitneyê di navbera pêkhateyan de derxîne, aramiya herêmê têk bibe, binesaziya herêmê birûxîne û projeya Rêveberiya Xweser têk bibe. Em bêdengiya hêzên navneteweyî li hember van êrişan rexne dikin.”

(mh/c)

ANHA