​​​​​​​Şêx Şemo: Şengal û Rojava yek in!

Yek ji kesateyên Şengalê Şêx Şemo diyar kir ku êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê êrîşên li ser Şengalê ne jî û got: “Ferq û cûdahî di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de nîn e. Rojava piştevanê herî xurt a civaka Êzidî ye. Em û Rojava yek in û kes nikare destê me ji hev bike.”

​​​​​​​Şêx Şemo: Şengal û Rojava yek in!
9 cotmeh, 2023   03:17

Li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser navendên xizmetguzarî û enerjiyê yên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê li Şengalê jî nerazîbûn bilind dibe. Civaka Êzidî ku 2014’an bi piştgiriya hêzên YPG-YPJ’ê û gelê Rojava xwe ji fermanê rizgar kiriye, êrîşên li ser Rojava wekî êrîşên li ser civaka Êzidî dibîne.

Yek ji kesayetên Şengalê Şêx Şemo sedema êrîşan wiha şîrove kir: “Malbata Barzanî Başûrê Kurdistanê xistiye bin ala dewleta Tirk û Erdogan. Lê Rojavayê Kurdistanê, hêzên QSD’ê îradeya gel temsil dikin. Dewleta Tirk dixwaze Rojavayê Kurdistanê jî bixe bin hikmê xwe. Dewleta Tirk ev sedsal e dibêje ev der xaka Osmaniya ye, dixwaze vê axê bigire.’’

‘Hemû dinya dizane terorîst kê ye’

Şêx Şemo bertek nîşanî peyva ‘terorîst’ a li ser hêzên azadiyê da û wiha berdewam kir: “Dinya hemû dîzane kê terorîst e, ewê ku bi topan, çekên kîmyewî êrîş dike terorîst e û li dijî mirovahiyê ye. Em bang li hemû hêzên eleqeder dikin ku rê li ber êrîşên Erdogan were girtin. Ji ber çi saziyên navneteweyî û dewletên bi hêz li ber van êrîşan bêdeng in?’’

Şêx Şemo êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser Şengalê jî bibîr xistin û got: ‘’Ma Şengal li ser sînorê Tirkiyeyê ye ku êrîş dike?  Lê gelê Kurd li ber êrîşên wan êdî bêdeng namîne. Kes êdî nikare li ser maf, ax û welatê me tîcaretê bike.’’

‘Em amade ne parastina Rojava bikin’

Şêx Şemo destnîşan kir ku ew wekî civaka Êzidî xwe deyndarê hêzên QSD’ê û gelê Rojavayê Kurdistanê dibînin û hevgirtina Şengalê ya bi berxwedana gel re wiha anî ziman: “Em deyndarê hêzên QSD’ê ne ku bi îradeyeke xurt DAIŞ têk bir. Bi hezaran dayîk û xwişkên me bi xwîna xwe rizgar kirin. Eger êrîşê Şengalê nekin jî em ne aram in eger êrîşê Rojava bikin. Ji ber van êrîşan em xeterî li ser Şengalê jî dibînin. Ji ber ku Rojava û QSD piştevanê me yê herî xurt e. Ferq û cûdahî di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de nîne. Em hemû jî amade ne ku parastina Rojava bikin. Em û Rojava yek in û kes nikare destê me ji hev bike.  Îradeya Şengalê û Rojava ji pîlanên wan ên qirêj mezintir e.’’

Şêx Şemo di dawiya nirxandina xwe de li hemberî êrîşên qirkirinê banga yekîtî û hevgirtinê li hemû gelê Kurdistanê kir.

ANHA