Peymana 9'ê Cotmehê beşeke komployê û fermana bi navê qanûnê ye

Êzidiyan peymana 9'ê Cotmeha 2020'an a li dijî Şengalê wek fermana bi navê qanûnê ye û beşeke komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e, nirxandin. Her wiha diyar kirin ku aliyên lihevkirin îmze kirine hewl didin wê li ser îrade û rêveberiya Êzîdiyan ferz bikin, lê piştî 3 salan bi saya berxwedana li Şengalê tê meşandin, pêk nehat.

Peymana 9'ê Cotmehê beşeke komployê û fermana bi navê qanûnê ye
9 cotmeh, 2023   00:45

Berî 3 salan û dema ku Mistefa El Kazimî serokwezîrê Iraqê bû, hikumeta Iraqê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi navberkariya dewleta Tirk a dagirker peymana Şengalê di 9'ê Cotmeha 2020'an de îmze kir.

Dîrokê vê peymanê, heman dîroka komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e ku 9`ê Cotmeha 1998`an de bû ku heta 15`ê Sibata 1999`an berdewam kir û dawiyê Rêber Abdullah Ocalan dîl hate girtin.  Ev nîşan dide ku komploger dixwazin bi rêbazên din komployê nû bikin. Lê vê carê civata Êzidî kirin hedef.

Peyman ji 3 bendan pêk tê, tê de wiha hatiye diyarkirin: "avakirina rêveberiyeke hevbeş bi hikumeta Iraqê û ya herêma Başûrê Kurdistanê re" û "bicihkirina 2 hezar û 500 endamên hêzên ewlekariya hundirîn û derxistina hêzên ewlekarî yên din."

Peyman ji 3 bendan pêk tê. Li gor wê dê rêveberiyeke hevbeş bi hevkariya hikumeta Federal û Herêma Kurdistanê de bê avakirin, polîsa hikumeta Federal a Iraqê bi hevkariya Herêma Kurdistanê (ku dê 2 hezar û 500 endamên hêzên ewlekariya hundirîn bişîne) dê ewlehiya Şengalê biparêzin û divê hêzên din ên ewlehiyê ji hev bên xistin.

"ARMANC TÊKBIRINA ÎRADEYA CIVAKA ÊZIDÎ YE"

Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi daxuyaniyekê di 23'yê Mijdara 2020'an de armanca vê peymanê zelal kir.

Meclisê diyar kir ku armanc ji peymanê; têkbirina îradeya civaka Êzidî û girtina Êzidiyên ku şerê DAIŞ'ê kirine, kontrolkirina rêyên di navbera gundan de, girtina sînorên Şengalê û bicihkirina hêzên biyanî tê de.

Meclisê destnîşan kir ku ew vê peymanê wek fermana 75'an li dijî civaka Êzidî bi nav dikin û got: "Niha Şengal û gelê Êzidî bi navê qanûnê, li hember metirsiya qirkirinê ne, tiştê ku DAIŞ'ê nikaribû bikira niha Iraq hewl dide bi navê qanûnê bike."

TIRKIYE DI PEYMANÊ DE HEVKAR E

Ji dema ku dewleta Tirk a dagirker di tunekirina Êzidiyan li Şengalê bi bin ketiye de ku destekeke mezin dida DAIŞ'ê, Erdogan bênavber gefa êrişkirina Şengalê dixwe û êrişên hewayî li dijî Şengalê ranediwestandin.

Dewleta Tirk a dagirker hewl da bi rêya hedefgirtina pêşengên Êzidî derbeyan li berxwedan û îradeya Êzidiyan bide.

Endamê Komîteya Navendî ya KCK'ê Mustafa Karasu di 30'ê Tebaxa 2021'an de di hevpeyivîneke televîzyonê de destnîşan kir ku êrişên li dijî Şengalê di encama peymana 9'ê Cotmehê ya navbera hikumetên Hewlêr û Bexdayê de ne û Êzidiyan neçar bikin ku peymanê bi zorê qebûl bikin mîna ku ji wan re dibêjin; yan qebûl bikin yan hûnê ji aliyê dewleta Tirk ve bên topbarankirin.

SOZ NEHATIN BICIHANÎN

Piştî çend rojan ji ragihandina peymanê şandeyeke Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê û rûspiyên wê berê xwe Bexdayê û bi berpirsên Iraqê re civiyan. Li wir şandeya Şengalê serdana nivîsgeha serokwezîrê Iraqê yê wê demê Mistefa El Kazimî û her du şêwirnendên wî kir, her wiha bi parlamenter û fermandarên şepêla Sedir û Ehil El Heq re civiyan.

Di encama serdanê de berpirsên Iraqê soz dan şêniyên Şengalê ku doza Şengalê çareser bikin û rêzê ji îradeya Êzidiyan re bigirin, lê ew soz nehatin bicihanîn.

Artêşa Iraqê zêdetirî carekê ji Nîsana 2021'an heta Gulana 2022'yan ve hewl da derbasî Şengalê bibe lê belê şêniyên wê rê nedan.

DORPÊÇKIRINA ŞENGALÊ

Di Adara 2022'yan de artêşa Iraqê dîwareke çîmentoyî li ser sînorê Şengal û Rojava bi dirêjiya 250 kîlometre û bilindbûna 4 metreyan ava kir.

Çavdêran destnîşan kir ku ev dîwar di çarçoveya bendên nihênî yên peymana 9'ê Cotmehê de hatiye avakirin.

ÊRIŞÊN LI DIJÎ HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ

Êrişên artêşa Iraqê li dijî Şengalê ranewestiyan, di 18'ê Nîsana 2022'yan de anku piştî rojekê ji êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, artêşa Iraqê êrişeke berfireh li dijî noqteyên Asayîşa Êzîdxanê pêk anî û naverastên navçeyên Sinonî û Xanesorê dorpêç kirin û di encamê de dinavbera Asayîş û artêşa Iraqê de şerek derket.

Di 19'ê Nîsanê de piştî girankirina êrişan li dijî herêmê û piştî ku Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) êriş têk birin, artêşa Iraqê neçar bû ku şûnde vekişe û dorpêçê bidawî bike. Di 21'ê Nîsanê de YBŞ'ê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku êrişên li dijî Şengalê bi destê PDK'ê û dewleta Tirk a dagirker in. Ew bi Iraqê re di hewldanan de ne ku çareseriyan peyda bikin. Tevî wê jî êriş nirx û destkeftiyên Şengalê dikin ji ber wê, ew neçar e bersiva êrişan bide.

"SIYASETEK QIRÊJ LI DIJÎ GELÊ ME"

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Xudêda Îlyas ji ajansa me re destnîşan kir ku ev peyman siyaseteke qirêj a li dijî gel e û berdewamiya komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e.

“DIVÊ EM LI BER XWE BIDIN”

Îlyas bang li şêniyên Şengalê kir ku li ber xwe bidin ji ber ku hêzên Şengal neparastin, gel wan qebûl nake.

Şengal ji 9'ê Cotmeha 2020'an ve heta roja îro peymanê red dike û aliyên peymanê jî nikarîbûn peymana xwe bi cih bînin.

(mh)

ANHA