Ferzende Munzir: Ji bo bidawîkirina tecrîdê em dê li qadên hiqûqî û diplomasî kar bikin

Berdevkê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Ferzende Munzir plansaziya xwe ya ji bo bidawîkirina tecrîdê aşkera kir. Munzir da zanîn ku dê li qadên hiqûqî, diplomasî, fikrî û civakî kar bikin da ku encamên mezintir bi dest bixin.

Ferzende Munzir: Ji bo bidawîkirina tecrîdê em dê li qadên hiqûqî û diplomasî kar bikin
8 cotmeh, 2023   23:35

9`ê Cotmehê salvegera destpêkirina komploya navnteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e ku sala 1998`an li dijî wî destpê kiriye û di 15`ê Sibata 1999`an de li balafirgeha paytexta Kenya Neyrûbiyê bi beşdariya îstixbarata navneteweyî hate revandin.

Dûre radestî dewleta Tirk a dagirker hate kirin û ji wê demê ve di girtîgeha Îmraliyê de dîl hatiye girtin.

Piştî wê, gelê Kurd li her derê, li hundir û derve, serî hilda û berxwedana aştiyane li dijî siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan de ku ji 25 salan ve di nava tecrîdeke mutleq de ye, meşand.

GIRANKIRINA TECRÎDÊ Û ÇALAKIYÊN LI HEMBERÊ

Dewleta Tirk a dagirker pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê giratir kir. Rêber Abdullah Ocalan di nav şert û mercên herî dijwar de dijî. Tu agahî jê nayên girtin. Gelê herêmê li hember vê rewşê, bi fikar e.

Ji 31 mehan ve, desthilata Tirk hevdîtinên wî bi malbat û parêzeran re qedexe dike. Herî dawî 25`ê Adara 2021`an bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi rêya telefonê 3-4 deqe axivîbû.

Ji ber wê, bi armanca naskirina rewşa wî, bidawîkirina pergala îşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî, saziyên sivîl û civakî, olî, çandî, jinan û êlên neteweyên cuda yên kurd, ereb, suryan û ermen li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kurdistanê û Ewropayê, xwepêşandanên girseyî li dar xistin û hîna li dar dixin.

Berdevkê Însiyatîfa Ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Ferzende Muznir axivî û ev çalakî nirxandin.

Munzir got: “Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hin saziyên cîhanî, xebateke watedar heye.”

Munzir wiha domand: “Bi rêya lidarxistina panelên têkildarî rewşa Rêbertî, çawa ji mafên xwe bê par e û rola wî ya girîng di çareseriyê, azadiyê û demokrasiyê de çi ye, em derbasî qada başûrê Afrîkayê û Rojhilata Navîn bûn.”

Her wiha Munzir anî ziman ku îşkenceya li Îmraliyê tu caran weka wê çênebûye lê li beramber wê bi rêya lidarxistina komxebat û konferansan, xebateke cihereng û têkoşîneke bi nirx heye û ev li gotinên xwe zêde kir: “Bi rêya wan çalakiyan, me encamên berhemdar bi dest xistin. Kesayetên ji kêmneteweyên din ên Rojhilata Navîn weka ereb, ermen, suryan, amazîg, afrîqî û ewropî hazir bûn. Rêber Abdullah Ocalan wek ronakbîrek, rêberek û fîlozofek dibînin.”

Der barê kar û xebatên xwe de Munzir wiha axivî: “Bijîşk û parêzer xwe amade dikin ji bo ku biçin Îmraliyê. Bi aliyên navneteweyî re mîna NY, rêxistina mafên mirovan, Ewropa û CPT hevdîtinê hatin lidarxistin û name ji wan re hatin şandin. Piştî wan civînan, ji me re teqez kirin ku ew ji nêz ve rewşa Rêbertî dişopînin.”

Munzir balkişand ser aliyê neyînî yê çalakiyan û got: “Hemleya îmzekirinê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir û di wê de 2 milyon û 600 hezar îmze hatin komkirin û ji saziyên cîhanî re hatin şandin û dûre hevdîtin bi wan saziyan re hatin çêkirin. Me ji wan re name şandin ku ew der heqê tecrîdê de bi erkên xwe ranabin û ji ber wê dewleta Tirk tecrîdê girantir dike.”

Girêdayî encamdarkirina van çalakiyan, Munzir got: “Em dê di qadên hiqûqî, dîplomasî, fikrî û civakî de, tê bikoşin. Baweriya me bi van însiyatîfan çi li Sûriyeyê be yan jî însiyatîfa parêzeran a Rojhilata Navîn û cîhanê yan jî li her çar parçeyên Kurdistanê heye. Gelê Kurd û dostên wî, li her derê ne. Ev dehf dide me ku encamên mezintir bi dest bixin û asoyên din vekin ji bo ku tecrîdê bi dawî bikin.”

Munzir îşaret bi tecrîdê kir û got: “25 sal in Rêber Ocalan di nav şert û mercên dijwar de ye. Ew li dijî qanûnên li Tirkiye û Ewropayê, Cinev û NY`yê û rêgezên ku ji Nelson Mandela re hatine diyarkirin.”

Munzir di dawiyê de got: “Sert û mercên li Îmraliyê, me tevan pêşberî erk û berpirsyariyên dîrokî, wijdanî û exlaqî dihêle. Em di wê baweriyê de ne ku Rêbertî, dê gelek aloziyan çareser bike. Di serî de doza kurd li Rojhilata Navîn, aloziyên demokrasiyê û yên girêk. Ji ber ku xwedî hêz û proje ye. Ji ber wê divê her kes bêje êdî bes e.”

(şx)

ANHA