Li Kobanê meşa li dijî komploya navneteweyî

Şêniyên herêma Firatê bi meşeke meşaleyî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Li Kobanê meşa li dijî komploya navneteweyî
8 cotmeh, 2023   17:37

Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, bi dehan şêniyên herêma Firatê bi meşeke meşaleyan komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir. Meşa bi dirûşma "Bi rihê fedaîyan êrişên dijmin têk bibin, cenga azadiyê serbixin û dîwarê Îmraliyê hilweşînin′′ hat lidarxistin, ji qada Aştiyê ya bajarê Kobanê dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmên banga azadiya wî hatin berzkirin.

Meş li qada Jina Azad veguherî mîtingê. Piştî deqeya rêzgirtin, endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Şevîn Hecî axivî û têkildarî Komploya navneteweyî got: ′′Armanca wan ji vê komployê ne di şexsê Rêbertiyê de ye, ji ber ku dizanin di şexsê Rêber Apo de bi dehan netewe hene û azadiya jin heye.′′

Şevîn Hecî anî ziman ku  dewleta Tirk  çiqasî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan giran bike wê nikaribe gelên şopdarên ramanên Rêbertî teslîm bigire û got: ′′Gelê bi hezaran şehîd daye tu carî bidawî nabe. Kesê ku dest dirêjiya azadiya jin û Rêber Apo bike, em ê li hemberî wî bisekinin. ′′

Şevîn Hecî got, fikra Rêber Abdullah Ocalan ji tevahî pirsgirêkên cîhanê re çareserî ye."

(eş/bb)

ANHA