​​​​​​​Hevya Sor a Kurd ji ber êrişan hişyarî da

Heyva Sor a Kurd daxuyand ku hedefkirina binesazî û saziyên tenduristiyê yên herêmê dê bandoreke nerênî li tenduristî û derûniya şêniyan bike û di encamî de nexweşiyan belav bike. Heyva Sor bang li aliyên berpirs û rêxistinên mirovî kir ku xwedî li erkê xwe yê mirovî derkevin.

​​​​​​​Hevya Sor a Kurd ji ber êrişan hişyarî da
8 cotmeh, 2023   15:15

Endamên rêxistina Heyva Sor a Kurd a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber navend dest û piyên çêkirî ya li bajarê Qamiş kom bûn û daxuyanî da. Endamên Heyva Sor a Kurd Reşo Çolî û Wefa Etiye El Hisên daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di 4'ê Cotmeha 2023’yan de dest pê kirine bûne sedema karesaeteke mirovî û xirabkirina binesaziya giştî.

Di daxuyaniyê de hate destnîşnkirin di van êrişan de bi hemû cureyên çekên asîmanî deverên sivil û xizmetguzarî û zemîngehî hatin bombebarankirin . Her wiha hate gotin, di encama vê yekê de bi dehan sivîl jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn, bi dehan kargehên jiyanî yên bingehîn  wekî stasyonên av, kehrebe, enerjî, petrol, gaz, firne, dibistan û nexweşxane hatin ruxandin û ji xizmetê dreketin.

Heyva Sor a Kurd daxuyand ku ji ber êrişan gelek cihên ku gelê sivîl di aliyê aborî de debara xwe dikirin hatine xirabkirin û bi sedan sewalên xelkê sivîl hatin telefkirin û  got: ′′Lewra hemû xizmetên jiyanî ji kar derketine û bi awayekî neyînî û pir xerab bandorê li ser tenduristiya fîzîkî enfeksiyonên cûda û derûnî yên civakê dike.′′

Heyva Sor a Kurd bang li hemû saziyên mirovî  kir ku bi gelê sivîl re bibin alîkar û got: "Em Heyva Sor a Kurd wek saziyeke mirovî di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pêşkêşkirina xizmetên mirovî wek erkê xwe dizanin.

Em van êrişan şermezar dikin û em bang dikin û hêvî dikin hemû alî û sazî û dewletê navneteweyî ji bo rawestandina van êrişan tev bigerin û berî her tiştî bi erkê xwe yê mirovî rabin."

(mh/bb)

ANHA