PYD: Azadiya fîzîkî ya Rêbertî daxwazeke lezgîn e

PYD′ê diyar kir ku pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daxwazeke lezgîn e û wekî “girîngtirîn erkên xwe” nirxand.

PYD: Azadiya fîzîkî ya Rêbertî daxwazeke lezgîn e
8 cotmeh, 2023   12:28

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di salvegera Komploya Navnteweyî ya dijî Rêber Abdullah Ocalan de (9′ê Cotmeha 1998′an) daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

 “Em vê dîrokê di çarçoveya pergala qirkirina komî ya dijî Kurdan û doza wan a adilane ku êdî dem hatiye were çareserkirin de dinirxînin. Ji ber ku tu aliyek çi herêmî yan jî navneteweyî be û çi hêza wê hebe nikare ji çareserkirina demokratîk a vê dozê xwe bide alî. Rêber Abdullah Ocalan bi rêya teoriya xwe ya neteweya demokratîk û konfederalîzma Rojhilata Navîn a Demokratîk, azadiya jinê û rola wê ya pêşeng xwest civakeke exlaqî-polîtîk ava bike. Her wiha bi rêya xwebirêxistinkirina gelê Kurd da ku xwe ji siyasetên qirkirina siyasî, leşkerî û çandî biparêze.

Rêber Abdullah Ocalan dek û dolabên dewletê yên ku pergala hegemoniya dijberî îradeya gelan bi kar tîne û hewl dide hebûna wan biçewisîne û mafên wan ên adilane têk bibe, eşkere kirin. Ji ber wê aliyên navneteweyî beşdarî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bûn û di şexsê wî de gelê Kurd, doza wî, tevahî hêzên demokratîk û aştîxwaz hatin hedefgirtin.

Partiya me PYD′ê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan wekî girîngtirîn erkên xwe dibîne. Em tevahî hêzên komploger ên plan danîne û ev komplo pêk anîne şermezar dikin û bang li civata navneteweyî, NY′yê û rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan dikin ku dawî li tecrîdê bînin. Her wiha bang li gelê Kurd û tevahî gelê herêmê dikin ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bilindtir bikin. Ji ber ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan êdî daxwazeke lezgîn e.”

(fr/c)