Li Misirê 2 welatiyên Îsraîlê hatin kuştin

Li bajarê Îskenderiyê yê Misirê du tûrîstên îsraîlî bi guleya polîsekî Misirê hatin kuştin.

Li Misirê 2 welatiyên Îsraîlê hatin kuştin
8 cotmeh, 2023   12:21

Li gorî ajansa Reutersê ku agahiyên xwe spartina çavkaniyên ewlehiyê, du tûrîstên îsraîlî û welatiyekî Misirê li bajarê Îskenderiyê bi guleyên polîsekî Misirê hatine kuştin. Hat ragihandin ku polîsê gule berdane hatiye binçavkirin.

Li gorî tûra El Hurra, berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê jî diyar kir ku haya wan ji kuştina du welatiyên Îsraîlê li Misirê heyeû ew mijarê lêkolîn dikin.

(c)