Çalakiya konvedanê li Şehbayê bi girseyî didome

Çalakiya konvedanê ya bi armanca şermezarkirina salvgera kompeleya 9`ê Cotmehê li Şehbayê hatibû lidarxistin, di roja duyemîn de didome.

8 cotmeh, 2023   12:00

Di çarçoveya çalakiyên şermezarkirina Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmeha 1998’an dijî Rêber Abdullah Ocalan tên lidarxistin de, li kantona Şehbayê çalakiya konvedanê di roja duyemîn dewam dike.

Çalakî li Qada Ajokaran a navçeya Fafînê bi beşdariya bi sedan xelkê Şehbayê û koçberên Efrînê dewam dike. Di roja duyemîn de jî rêvber, endamên Kongra Star, Meclisa Edaletê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Desteya Çand û Hunerê, Tevgera Çand û Hunerê, rûspî û oldarên herêmê beşdar bûne.

Di çalakiya ku bi dirûşmeya "Dîwarê Îmraliyê hilweşînin, cenga azadiyê ser bixin" hatiye organîzekirin de, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatine hildan û dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe” hat berzkirin.

Di çarçoveya çalakiyê de ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Dicle Mamo û aliyê endamê Rûspiyên herêma Şehbayê Welîd Hemede ve daxuyaniyek hate xwendin.

Di daxuyaniyê de kompleya 9`ê Cotmehê hat şermezarkirin û hat derstnîşankirin ku ji dema dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan ve dewleta Tirk a dagirker tevahî cureyên îşkenceya derûnî û bedenî li dijî wî dimeşîn û hewl dide vîna wî bişikîne, lê dîsa jî bi ser nakeve.

Di dewama daxuyaniyê de bal li ser têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan a dijî pergala îşkenceyê ya Îmraliyê jî hat kişandin û hat gotin: “Ne tenê gelê Kurd lê belê tevahî pêkhate û gel divê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têbikoşin û li ber xwe bidin. Heta Rêbertî azad nebe, têkoşîn ranaweste. Ji ber ku beyî wî aştî li cîhanê pêk nayê”.

Piştî daxuyaniyê li qeydên deng ên Rêber Abdullah Ocalan hate guhdarîkirin.

Li gorî komîteya amadekar a çalakiyê, dê di nava çalakiyê de çalakiyên hunerî jî bên lidarxistin û helbest werin xwendin.

Çalakiya konvedanê sibê bi meşekê bi dawî dibe.

(zş/c)

ANHA