Di protestoya li Helebê de çalakiyên cuda tên lidarxistin

Çalakiya protestoyî ya dijî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Helebê di roja duyemîn de dewam dike. Çalakî dê êvarê bi daxuyaniyekê bi dawî bibe.

Di protestoya li Helebê de çalakiyên cuda tên lidarxistin
Di protestoya li Helebê de çalakiyên cuda tên lidarxistin
Di protestoya li Helebê de çalakiyên cuda tên lidarxistin
8 cotmeh, 2023   12:06

Rêxistinên jinan “Kongra Star, Tevgera Hîlala Zêrîn, Yekitiya Jinên Ciwan û Navenda Lêkolînan a Jineolojî-Helebê” duh li Parka Efrînê ya li taxa Eşreiyê ya Helebê çalakiyeke protestoyî li dar xist. Çalakî bi dirûşma ′Dema dema azadiya Rêber Apo ye′ ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî, bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî hate organîzekirin.

Çalakî îro di roja xwe ya duyemîn de dewam dike. Şandeyên partiyên siyasî, Însiyatîfa Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê, Yekitiya Parêzeran, Rûspiyên eşîran, Akademiya Hêzil Rizgar îro beşdarî çalakiyê bûn. Îro di çarçoveya çalakiyê de nîqaşnê li ser siyaseta demokratîk, ol, biratiya gelan, Rêber Abdullah Ocalan hatin nîqaşkirin û çîrokên jinan hatin vegotin.

Dê Tevgera Hîlala Zêrîn û Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê jî şevbuhêrkê li dar bixe û stranên li ser Rêber Abdullah Ocalan bibêje.

Her wiha dê li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan, berxwedana wî û komploya li dijî wî sînevîzyonek were pêşandan. Dê meşa ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan ve hatî organîzekirin jî li konê çalakiyê raweste, li wir dê Kongra Star û Yekitiya Jinên Ciwan daxuyaniyekê bidin û çalakiyê bi dawî bikin.

(fr/c)

ANHA