Rêveberiya Herêma Firatê soza rizgarkirina herêmên dagirkirî nû kir

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê destnîşan kir ku di salvegera 4`an a dagirkeriyê de ew ê têkoşîna ji bo rizgarkirina Serêkaniyê, Girê Spî û hemû herêmên dagirkirî bidomînin.

Rêveberiya Herêma Firatê soza rizgarkirina herêmên dagirkirî nû kir
8 cotmeh, 2023   11:10

Di salvegera 4`emîn a dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê seroka Desteya Jin a Rêveberiya Xweser Narîn Zade ve li Qada Jina Azad a li Kobanê hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku dê têkoşîna di hemû astan de ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî û hesabpirsîn ji sûcdarên ku binpêkirinên dikevin asta sûcên der mirovî kirine, bidomînin.

Di daxuyaniyê de bal li ser êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên dijî herêmên Bakur û Rohilatê Sûriyeyê hat kişandin û hat gotin: “Ev karê dijminane dikeve asta sûcên şer û sûcên der mirovî. Ev yek li pêş çavên hêzên navneteweyî tê kirin, lê ew bi bêdengiya xwe xizmeta siyasetên mêtingeriyê yên Tirkiyeyê dikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê têkoşîna ji bo parastina destkeftiyên hatine bidestxistin bê dewamkirin û ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî bi hemû rêbazên gengaz û rewa xebat bê kirin.

(c)

ANHA