Însiyatîfa Nûn: CPT û Konseya Ewropayê berpirsên tecrîdê ne

nsiyatîfa Nûn a Azadiya Ocalan diyar kir ku saziyên navneteweyî, di serî de CPT, Konseya Ewropayê û rêxistinên mafên mirovan bi bêdengiya xwe berpirsên tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan in.

Însiyatîfa Nûn: CPT û Konseya Ewropayê berpirsên tecrîdê ne
8 cotmeh, 2023   10:48

9′ê Cotmeha her sale salvegera destpêkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e ku di 1998′an de pêk hatiye.

Di vê çarçoveyê de Însiyatîfa Nûn a Azadiya Ocalan got hêzên navneteweyî di serî de CPT′ê, Konseya Ewropa û rêxistinên mafên mirovan berpirsên tecrîd û sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê ne, ji ber ku li hember wan kiryarên bê deng in.

Der barê mijarê însiyatîf daxuyaniyek da û got bêdengiya wan nîlaneya hevkariya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e, divê demildest kiryarên li girtîgeha Îmarliyê rû didin werin aşkerakirin û tecrîda derqanûnî were bidawkirin.

Însiyatîfê anî ziman ku ji ber metirsiyên hêzên kapîtalîstê ji projeya rizgariyê ya Rêber Abdullah Ocalan beriya 25 salan komplo pêk anîn û aliyên beşdar bûne; MÎT′a Tirk, Îsraîl, Amerîka  û Rûsya roleke sereke di komployê de lîst.

Di daxuyaniya insiyatîfê de hate destnîşankirin ku gelê Kurd û dostên wî yên ji tevahî pêkhateyên din rol û têkoşîneke mezin ji bo banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan raber dikin.

Însiyatîfê aşkera kir ku ruxmî 25 sal di ser sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan re derbas bûn, lê fikra wî hîna li nava civakan belav dibe, pêşniyara Rêbertî ya têkildarî doza azadiya jinan ji bo tevahî jinan hêvî da. Îro jî jinên li Rojhilata Navîn û Afrîkayê û piranî jinên din li gorî doza azadiya jinan a Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye dixebitin.

Di dawiyê de însiyatîfê rola mezin a jin raber dikin pîroz kir û bang kir ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê mezin bikin.

(fr)

ANHA