Rewşenbîran û saziyên demokratîk tecrîd xist rojeva cîhanê

Rewşenbîr û saziyên demokratîk ên ji welatên cuda din ava salekê de bi bername û çalakiyên cur bi cur bal kişandin ser sîstema îşkenceyê ya li Îmraliyê û ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hewldan kirin.

Rewşenbîran û saziyên demokratîk tecrîd xist rojeva cîhanê
8 cotmeh, 2023   07:53

Di sala 25’an a komploya navnetewî ku 9’ê Cotmeha 1998’an dijî Rêber Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin de, li dijî tecrîd û komployê têkoşîna rewşenbîr û saziyên demokratîk ên ji welatên cuda berfirehtir bû.  

Rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar, rêxistin û sendîkayên ji welatên cuda yên cîhanê di salek dawî de gelek çalakiyên cihe pêk anîn.

SERLÊDANA NY’Ê

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan di dawiya sala 2022'yan de daxwaznameyek pêşkêşî Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) kir û xwest ku tecrîd bê bidawîkirin. NY jî heta 31'ê Adara 2023’yan dem da dewleta Tirk ku izahek bike û gav bavêje, Tirkiyeyê tiştek nekir.

BERSIVA YE’YÊ

Înîsiyatîfa Azadî Ji Rêber Abdullah Ocalan re ya Sûriyeyê 23'ê Çileya 2023’yan derbarê tecrîda girankirî ya li Îmraliyê de nameyek pêşkêşî Parlamentoya Ewroyê kir. Rêveberiya Giştî ya Mafê Mirovan a Parlamentoya Ewropayê jî 13’ê Sibata 2023’yan bi awayekî nivîskî bersiv da û got: “Em rewşa li Îmraliyê ji nêz ve dişopînin. Bawer bin ku Meclîsa Ewropayê nexasim saziya wê CPT girîngiyeke mezin dide. Wek hûn dizanin komîteya CPT'yê gelek caran serdana Îmraliyê kir, cara dawî Îlona 2022'yan çûbû."

ROJNANEVAN, HIQÛQNAS Û AKADEMÎSYAN ÇÛN BAKÛR Û TIRKIYEYÊ

25'ê Çileya 2023’yan 21 endamên şandeya navneteweyî ya dijî tecrîdê ku ji rojnamevan, hiqûqnas û akademîsyenên ji 7 welatên cuda pêk tê, çûn Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê. Şandeyê li gel parêzerên Ofîsa Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzeriya Rêber Abdullah Ocalan dike, li Stenbol, Enqere û Amedê sardana saziyên sivîl, siyasetmedar û rêxistinên civakî kirin. Di van serdanan de biryarên Komîteya Wezîran a Yekîtiya Ewropayê û CPT'ê hatin nîqaşkirin.

ŞANDEYA JINAN A NAVNETEWÎ

Şandeyeke navneteweyî ya jinan 1’ê Sibata 2023’yan li Meclisa Ewropayê bi hin parlamenteran re civîn pêk anî û bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirina peymanên Ewropayê yên têkildarî mafên mirovan ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat kirin. Her wiha li ser girîngiya mafê hêviyê hat rawestîn. Endamên Meclisa Ewropayê jî soz dan ku ew ê di raporên xwe de cih bidin mijarê.

LI BAŞÛRÊ AFRÎKAYÊ KONFERANS

Têkildarî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, di navbera 28’ê Sibat û 1’ê Adara 2023’yan de li bajarê Cape Town ê Afrîkaya Başûr, bi pêşengiya Koma Xebatê ya Mafên Mirovan a Kurd û Înîsiyatîfa Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re ya Sûriyeyê konferansek hat lidarxistin.  

Di konferansa bi navê, “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji cîhanê re aştî û aramî" de gelek siyasetmedar, rewşenbîr û nûnerên partiyên siyasî, saziyên karkeran ên Afrîkaya Başûr amade bûn. Di konferansê de rola partiyên Afrîkaya Başûr di destekdayîna têkoşîna ji bo azadiya fizikî ya Rêber Abdullah Ocalan de hat nîqaşkirin û piştevaniyek xurt derket holê.  

LI BEYRUDÊ KOMCIVÎN

Di rojên 13 û 14'ê Hezîrana 2023’yan de li peytexta Lubnan Beyrûdê komcivînek di asta Rojhilata Navîn de hat çêkirin. Di komcivîna ku ji 10 welatên herêmê (Lubnan, Iraq, Tûnus, Sûdan, Filistîn, Urdun, Misir, Afrîkaya Başûr, Îran, Tirkiye, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kurdistan) 80 rewşenbîr, siyasetmedar, hiqûqnas û rojnamevan amade bûn de komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, kirîzên cîhanî, neteweya demokratîk, rola jinan di çareseriyan de û pêkanîna pergala konfedralîzma demokratîk a Rojhilata Navîn hatin nîqaşkirin.

BANGA SENDÎKAYÊN

26 Tîrmeha 2023’yan Kampanya Sendîkayî ya Azadî Jibo Abdullah Ocalan ku navenda wê li Îngilistanê ye, têkildarî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan, li pêşiya Parlamentoya Ewropayê ya li Brukselê daxuyaniyeke da çapameniyê. Di daxuyaniyê de banga lezgîn ji bo bidawîkirina tecrîdê hat kirin. 

Her wiha ji CPT hat xwestin ku derbarê sardana dawî ya li Îmraliyê de taxuyanyek taybet bide. Ji aliyên siyasî yên herêmî û navneteweyî jî hat şandin ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna çareseriya siyasî ya doza gelê Kurd gav bavêjin.

2 MILYON Û 626 HEZAR ÎMZE

Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê di navbera 12 Çile û 13’yê Adara 2023’yan de dijî tecrîdê û ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Di encama kampanayaya ku  Kurd, Ereb, Ermen, Suryan, Tirkmen tevlî bûn de 2 mîlyon û 626 hezar û 828 îmze hatin komkirin.

Îmzeyên hatine komkirin 9'ê Tebaxa 2023’yan ji aliyê şandeyek înîsiyatîfê ve pêşkêşî CPT hatin kirin. Şandeyê her wiha li Ewropayê bi Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) re jî hevdîtin pêk anî û agahî dan.

SENDÎKAYÊN ÇAR ALIYÊN CÎHANÊ BANG KIR  

Sendîkayên ji çar aliyên cîhanê di 10, 11 û 12’yê Îlona 2023’yan li bajarê São Jose dos Campos yê Brezîlyayê di civîna Tora Piştevanî û Têkoşînê ya Sendîkayên Navnetewî de bi daxuyaniyekê daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kirin. Daxuyanî li ser navê nûnerên 69 sendîkayên seranserê cîhanê ve hat îmzekirin.

(mh/a)

ANHA