Panorama hefteyê: Şam xwe nêzî Tunisê dike

Têkiliyên Şamê û welatên Ereban, rewşa Başûrê Kurdistanê, serdana Erdogan ji Iraqê re, helwesta Fransa ya li hember Ermenistanê û têkiliyên Riyad-Til Avivê rojevên rojnameyên erebî yên hefteya borî bûn.

Panorama hefteyê: Şam xwe nêzî Tunisê dike
8 cotmeh, 2023   07:47

Rojnameya Şerq El Ewsat bi sernavê ′Şam ji Tunisê ve nêz dibe û têkiliyên bi Ereban re dihêle′ nûçeyek nivîsî. Rojnameyê di nûçeya xwe de diyar kir ku hemwextî agahiyên li ser cemidandina xebata komîteya wezaretê ya Ereban ya taybet bi jinûve vegerandina têkiliyan bi Şamê re Şamê berê xwe da Tunisê ku têkiliyên pê re aktîf bike. Ji ber ku Şamê tu xwestekên ji bo pêkanîna nexşerêya Ereban pêk neanî komîteyê xebat cemidand. Ji wan xwestekan 3 dosyayên sereke hene divê Şamê pêşkêş bike; dosyaya hilweşandina torên çêkirina hişbiran û bazirganên hişbirê ku gefan li dewletên cîranê dixwe, dosya vegera koçber û penaberan, dosyaya diyaloga bi muxalefetê re ku bigihîne çareseriyekê ji krîza Sûriyeyê re.

′FRANSA DIXWAZE LI HEMBER AZERBAYCANÊ ROLA “PARÊZVANÊ” ERMENÎSTANÊ BILÎZE′

Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî rewşa Ermenistanê nûçeyek weşand. Di nûçeya rojnameyê de bûyerên di saetên dawîn de li Qerebaxê qewimîne û daxuyaniya wezîra karên derve ya Fransayê Catherine Colonna ya piştî wan bûyeran, hatin bibîrxistin û hat destnîşankirin ku têkiliyên Fransa-Azerbeycan ber bi qonaxeke nû ve diçin. Di dewama nûçeyê de daxuyaniya Catherine ya “tiştê li Qerebaxê rû daye dişibe qirkirina etnîkî” jî hat bibîrxistin. Li gorî rojnameyê, balkêş e ku cara yekemîn e ku rayedarekî Fransayê gotina “qirkirina etnîkî” bi kar tîne. Di nûçeya rojnameyê de hat gotin: “Heta niha, ji bilî Fransayê tu dewleteke Ewropayê piştgiriya xwe bo Ermenistanê ranegihandiye.”

‎′AJOYÊN SIYASÎ TEVGERA LEŞKERÎ YA TIRKIYEYÊ YA LI IRAQÊ BER BI SILÊMANIYÊ VE DIBIN ′ ‎

Rojnameyên El Ereb bi sernavê ′Ajoyên siyasî tevgera leşkerî ya Tirkiyeyê ya li Iraqê ber bi Silêmaniyê ve dibin ′ nûçeyek nivîsî. Rojnameyê di nûçeya xwe de diyar kir ku hevgirtina eniya siyasî ya YNK′ê ji ber hebûna fermandariyeke xurt û yekgirtî li ser serê partiyê ye. Partî hewl dide cihê xwe li Herêma Kurdistana Iraqê (Başûrê Kurdistanê) xurt bike û tora têkiliyên xwe bi Kurdên herêmê re nexasim bi Kurdên li Sûriyeyê re xurt bike. Ev tevger jî fikarên dewleta Tirk çêdikin ku sînorên herêmê derbas bike û bigihîne

′NAKOKIYÊN DERENGAMYÎNA SERDANA ERDOGAN JI IRAQÊ RE′

Rojnameya El Ereb El Cedîde behsa serana Erdogan a pêşbîn ji Iraqê re kir û diyar kir ku li gorî daxuyaniyên berpirsên iraqiyan ev serdan bi sedema nakokî û hebûna dosyayên girêkê ku hîna li ser lihevkirin çênebûne, hate paşxistin.

′SEDSALEK JI TÊKILIYÊN NEPENÎ YÊN DI NAVBERA RIYAD Û TIL AVIVÊ DE′

Tora El Hura der barê normalîzekirina Siûdî-Îsraîlê de aşkera kir ku lihevkirina li ser avakirina têkiliyên her du welatan ne tenê bi saya hewldanên serokwezîr Benjamin Netanyahu ye, lê belê bi saya sedsala têkiliyên nepenî ya ji ber pevguhartina agahiyên îstîxbaratî û însiyatîfên aştiya nepenî ye.

(fr)