Di erdhejên li Efganistanê de nêzî 2 hezar kesî jiiyana xwe ji dest da

Hejmara qurbaniyên erdhejên li rojavayê Efganistanê derket nêzî 2 hezaran. Her wiha zêdetirî 600 malan zirar dît.

Di erdhejên li Efganistanê de nêzî 2 hezar kesî jiiyana xwe ji dest da
8 cotmeh, 2023   08:07

Hejmara qurbaniyên erdhejên bihêz yên li rojavayê Efganistanê pêk hatine derket nêzî 2 hezaran. Li gorî berdevkê Tevgera Talîbanê ku ji ajansa Associated Press re axivîbû, erdheja duh (7 Cotmeh) çêbûye ya herî dijwar a 20 salên dawîn e.

Li gorî Navenda Sîsmolojiyê ya Amerîkayê, navenda erdhejên şemiyê (7 Cotmeh) çêbûne 35 kîlometreyan li bakur rojavayê bajarê Herat bû û yek ji wan bi hêza 6.3 bû.

Niştecihekî bajarê Herat ku ji ajansa The New York Times re axivî, got ku herî kêm 5 erdhejên bi hêz li bajêr çêbûne.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) jî ragihand ku erdhejê tade li nêzî 4 hezar û 200 kesî kiriye, her wiha zêdetirî 600 malên li wîlayeta Heratê xirab bûne, yan jî bi qismî zirar dîtine.

(c)