Rewşa kantona Girê Spî ya dagirkirî

Hevserokê Meclisa kantona Girê Spî ya dagirkirî Hemîd El Ebid rewşa xirab a kantona dagirkirî nirxand.

Rewşa kantona Girê Spî ya dagirkirî
8 cotmeh, 2023   07:25

9'ê Cotmehê salvegera 4'emîn a êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî Girê Spî û Serêkaniyê ye ku di encamê de her du bajar hatin dagirkirin û 300 hezar welatî koçber bûn.

Di salvegera êrişê de hevserokê Meclisa kantona Girê Spî ya dagirkirî Hemîd El Ebid, li navçeya Eyn Îsayê ji ajansa me re rewşa kantonê piştî dagirkeriyê nirxand.

"DAGIRKIRINA TIRKIYEYÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN"

El Ebid destnîşan kir ku di 4 salên dawîn de şêniyên kantona dagirkirî ji ber dizî, talanî, revandin û koçberkirinê gelek zehmetî kişandin û got: "Di dibistanên kantonê de êdî minhac û zimanê Tirkî tên xwendin. Dibistanên olî tên vekirin û fikrê DAIŞ'ê yê tundraw tê fêrkirin."

El Ebid da zanîn ku ji dema dagirkirina kantonê de zêdetirî 100 hezar kes ji Girê Spî hatin koçberkirin û metirsiya li ser jiyana şêniyan roj bi roj zêdetir dibe nexasim ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rûmeta wan binpê dike.

El Ebid wiha lê zêde kir: "Herêma me êlî ye. Hin êlên me li wir hene û rojane em bi wan re di nav têkiliyan de ne. Nêrîna her mirovek cuda ye, lê her kes dagirkeriyê bi temamî red dike. Hêvî dikin warên wan rizgar bibin, Rêveberiya Xweser vegere. Ji bilî hin kesên ku xwe firotine û ji çarçoveya nasnameya sûriyeyî derketine."

"BICIHKIRINA 27 hezar KES LI GIRÊ SPÎ"

El Ebid destnîşan kir ku 27 hezar kesên biyanî derbasî Girê Spî ya dagirkirî hatine kirin û ew di çarçoveya guhertina demografiyê de di malên koçberan de hatine bicihkirin û got: "Tevî hewldanên bicihkirina malbatên biyanî dîsa jî ew malbat ber bi herêmên Rêveberiya Xweser ve diçin. Malbatên sûriyeyî bi dildarî li warên xwe yên li Dêrazorê, Reqa, Hesekê û herêmên din vedigerin. Êdî nas kirine ku planên dewleta Tirk a dagirker ne li gor berjewendiyên wan in."

Der barê danûstandina dagirkeriyê bi niştecihên herêmên dagirkirî re El Ebîd got: “Em dibînin çi bi serê sûriyeyiyan li Tirkiyeyê tê. Dewleta Tirk rojane wan ber bi herêmên dagirkirî ve koçber dike. Piştî ku di hilbijartinan de bi kar anîn û sûd ji wan girt.”

"HIN DEWLET BI DIZÎ Û AŞKERA HEWL DIDIN HERÊMÊN DAGIRKIRÎ CUDA BIKE

Der barê helwesta civata navneteweyî li hember guhertina demografiyê de El Ebid got: "Em li hember wan dewletên ku rojane bi mafên mirovan diaxivin, şok mane ku li ber çavên wan bi hezaran malbat di çarçoveya guhertina demografiyê de tên bicihkirin."

El Ebid got: "Hin dewlet bi dizî û aşkera hewl didin ku projeya Rêveberiya Xweser têk bibin û deverên dagirkirî yên Sûriyeyê cuda bikin û tev li xaka Tirkiyeyê bikin. Dema dagirkerî, dirav, ziman û ala xwe ferz bike ev delîlê niyetên Tirkiyeyê ne, ji ber wê divê civata navneteweyî xwedî li berpirsiyariya xwe derkeve."

(mh)

ANHA