Stasyona Siwêdiyê ji sedî 80 ji xizmetê derketiye

Stasyona Siwêdiyê ku pêdiviya kahrebe û gaxê ya herêma Cizîrê pêşwazî dike, her wiha kahrebeyê dide tevahiya stasyonên avê yên Cizîrê di bombebaranên dewleta Tirk a dagiker de ji sedî 80 ji xizmetê derketiye.

8 cotmeh, 2023   07:10

Artêşa Tirk a dagirker 4`ê Cotmehê êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi salane didomîne, dijwartir kirin. Di van êrişên ku 4 roj in bênavber didomin de bi temamî saziyên xizmetguzariyê û navendên enerjiyê hatin hedefgirtin.

Yek ji van navendan jî Stasyona Siwêdiyê ya başûrê bajaroka Rîmêlanê yê girêdayî kantona Qamişloyê ye. Siwêdiyê stasyona herî mezin a herêma Cizîrê ye. Ji vê navendê pêdîviya gaz û kehrebeyê ya tevahiya herêma Cizîrê tê pêşwazîkirin. Her wiha stasyonên avê yên li bajarên din jî bi kehrebeya ku ji vê navendê tê dayîn dişixulin.

Navend 6`ê Cotmehê saet 10:45`an de bû hedefa bombeyên balafirên şer ên dewleta Tirk û heta evarê 11 caran hate bombebarkirin. Ji ber êrişê stasyon ji xizmetê derket û li tevahiya herêmê pirsgirêka kehrebe, av û gazê dest pê kir.

Stasyon 23`ê Cotmeha 2022`an de jî dîsa ji aliyê dewleta Tirk a dagirker de hatibû bombebarkirin. Di wê êrişê de jî ji sedî 40 ziyan derketibû holê.

Me jî piştî êrişa dawîn rewşa ku li stasyonê derketiye holê di cih de şopand û ji berpirsyarê wê agahî wergirtin.

Yek ji rêveberên stasyona Siwêdiyê Mistefa Mamxêr diyar kir ku di dema bombardimana dewleta Tirk de ew li stasyonê amade bû, got: “Bi bombebaranê re agir bi stasyonê ket. Me bi çend hevalên xwe re hewl da agir vemirînin. Paşê jî tîma agirkujiyê hat û agir tefand. Lê dîsa bombebaran çêbû. Armanca bombebaranê ew bû ku her du turbînên esasî hilweşîne. Di van êrişan de bingeha 4 turbînên kehrebeyê ji herêma Cizîrê (kantonên Qamişlo û Hesekê) re dixebitîne hate bombebarankirin. Niha stasyon ji sedî 80 xizmetê derketiye. Me niha dest bi serarastkirina stasyonê kiriye.”

Dewleta Tirk a dagirker 5`ê Cotmehê kargeha gazê ya Stasyona Siwêdiyê ku rojane derdora 13 hezar tûpên gazê derdixist bi balafirên şer bombebaran kir.

ANHA