Îsraîlê başûrê Lubnanê topbaran kir

Hizbullah a Lubnanê êrişa bi moşek û topan a li dijî mezreyên Şebaa girt ser xwe. Hêzên Îsraîlê jî herêma başûrê Lubnanê topbaran kir.

Îsraîlê başûrê Lubnanê topbaran kir
8 cotmeh, 2023   07:42

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avijaa Adraei vê sibehê ragihand ku Îsraîlê herêmên Lubnanê yên jê top ber bi Îsraîlê ve hatine avêtin, topbaran kirine.

Radyoya artêşa Îsraîlê jî ragihand ku ji axa Lubnanê top ber bi noqteyên artêşê yên li mezreyên Şebaa û Cebel Şêx ve hatine avêtin.

Medyaya Îsraîlê bang li welatiyên nêzî sînorê Lubnanê kir ku xwe bispêrin cihên ewle.

Radyoya Îsraîlê diyar kir ku artêşa Îsraîlê bi topavêjan hin armancên li başûrê Lubnanê hedef digire û destnîşan kir ku artêşê fermana girtina seyrangehên nêzî sînorên bakur daye.

Berdevkê artêşê Adraei got, “Hêzên Îsraîlê di van kêliyan de herêma Lubnanê ku jê axa Îsraîlê hatî hedefgirtin, topbaran dike. Artêşa Îsraîlê ji bo hemû senaroyayan amade ye û dê parastina ewlehiya niştecihên dewleta Îsraîlê bidomîne.”

Koma Hizbullah a Lubnanê jî bi daxuyaniyekê êrişa bi moşek û topan a li dijî mezreyên Şebaa ku Îsraîlê dagir kiriye, girt ser xwe û wekî “piştevaniya bi gelê Filistînê re” bi nav kir.

Di daxuyaniya Hizbullahê de hat gotin ku êriş li dijî 3 noqteyan û di nav de “Noqteya Radar” a li mezreyên Şebaa pêk hatiye. Tê destnîşankirin ku herêma mezreyên Şebaa ji sala 1967`an ve di bin dagirkeriya Îsraîlê de ye, Lubnan wê herêmê wekî parçeyekî axa xwe dihesibîne û daxwaza vegerandina wê dike.

(c)