Şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Kindo hat oxirkirin

Beşdarên merasîma oxirkirina cenazayê endamê Hêzên Ewlekariya hundirîn şehîd Mihemed Kindo soz da ku ew ê berxwedana li hember êrişên dagirkeriyê mezintir bikin û gotin: “Em gav paş de navêjin.”

Şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Kindo hat oxirkirin
Şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Kindo hat oxirkirin
Şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Kindo hat oxirkirin
Şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Kindo hat oxirkirin
Şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Kindo hat oxirkirin
Şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Kindo hat oxirkirin
Şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Kindo hat oxirkirin
Şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Kindo hat oxirkirin
7 cotmeh, 2023   12:52

Bi sedan şêniyên Qamişloyê û gundên wê, cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Ehmed Kindo ku 5`ê Cotmehê di êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a Qamişloyê oxir kir.

Tevî şêniyan, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, hevalên şehîd û malbata wî, nûnerên sazî û meclisên bajêr, Kongra Star, tevger û rêxistinên civaka sivîl û tevgerên ciwanan di merasîmê de beşdar bûn.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Birakê, Weid Ilêwî axivî û sersaxî da malbatên şehîd û tevahî şehîdên topbarana dewleta Tirk a dagirker. Her wiha Weid sûcên dewleta Tirk a dagirker, êrişên wê yên li dijî navendên stratejîk, xizmetguzariyê û hedefgirtina welatiyan şermezar kirin.

Weid wiha domand: “Madem, em şopdarên şehîdan in, wê demê serkeftin para me ye. Em dê destkeftiyên wan biparêzin. Madem di damarên me de xwîna rûmetê diherike, em ê serî hildin û bi bin nakevin.”

Endama Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Fatme El Casim jî hevgirtina gel li hember êrişên qirkirinê silav kir û got: “Em ji bo welatekî azad dixebitin wê demê, kesek nikare vîna me bişikîne û dê tevahî komployan têk bibin.”

Fatme diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji êrişên xwe yên li dijî navendên stratejîk, armanc dike ku vîna şêniyan bişikîne û wiha anî ziman: “Em paşde gav navêjin. Em ê di oxira parastina welatê xwe de, li ber xwe bidin û tê bikoşin. Bila gelê me li hember êrişan serî hildin.”

Dûre, endamekî Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbatê kir. Dawiyê girseya gel cenazeyê şehîd Kindo spart axê.

(şx)

ANHA