​​​​​​​Çalakiyên bersivdayînê yên HRE didomin: Leşkerek hat kuştin 

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) diyar kir ku di çalakiyên bersivdayînê de leşkerekî artêşa Tirk a dagirker hatiye kuştin û 2 jî birîndar bûne.

​​​​​​​Çalakiyên bersivdayînê yên HRE didomin: Leşkerek hat kuştin 
7 cotmeh, 2023   12:39

Fermandariya HRE’yê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand û ev agahî parve kirin:

“Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmên me bênavber berdewam dikin û gelê me dikin hedef. Li hemberî van êrişan çalakiyên me yên bersivdayînê berdewam dikin. Di vê çarçovê de:

Roja 6'ê Cotmehê, li bajaroka Mare, dijî baregeha artêşa Tirk a dagirker çalakiyek taybet hat li darxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerek artêşa Tirk hat kuştin û 2 leşker jî birindar bûn.”