Parlamentoya Belçîkayê li ser êrişên Tirkiyeyê hat agahdarkirin

Şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi endamê Parlamentoya Belçîkayê re civiya û ew ji rewş û êrişên dewleta Tirk a dagirker li herêmê agahdar kir.

Parlamentoya Belçîkayê li ser êrişên Tirkiyeyê hat agahdarkirin
6 cotmeh, 2023   10:10

Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Ewropayê Ebdulkerîm Omer û hevseroka Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Beneluksê Hozan Ehmed bi endamê Parlamentoya Belçîkayê Kon Metso re li avahiya parlamentoyê ya li bajarê Brukselê hevdîtinek kir.

Omer bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî deverên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û destnîşan kir ku dewleta Tirk rasterast navendên stratejîk mîna stasyonên petrol, gaz û kehrebeyê dike hedef.

Omer destnîşan kir ku di encama êrişên balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest da, her wiha zirarên madî bi binesaziya herêmê çêbûn û hejmareke stasyonên avê û kehrebeyê ji xizmetê derketin.

Omer diyar kir ku îdiayên dewleta Tirk derew û ne rast in û wiha dom kir: “Rêveberiya Xweser tu carî li ser Tirkiyeyê nebû gef. Lê belê em her tim ji bo gihîştina çareseriyê ji diyalogê re vekirî ne.”

Omer bal kişand ser bêdengiya civata navneteweyî û bang li hêzên navneteweyî yên li herêmê kir ku êrişan rawestînin, erkên xwe bînin cih û rê li pêşiya siyasetên dijminane yên dewleta Tirk ên dijî ewlehiya herêmê bigirin.

Parlamenterê Belçîkayê Kon Metso jî destnîşan kir ku ew bi fikareke mezin êrişa dawîn a dewleta Tirk li dijî herêmê dişopînin û banga rawestandina tevahî êrişan dikin, her wiha piştgiriyê didin diyalogê.

Metso destnîşan kir ku dibe ku êriş hewldanên çareseriya aştiyane li welêt asteng bikin û got: “Hedefgirtina herêmên Rêveberiya Xweser, gefxwarina li îstiqrar û ewlehiyê ye. Dibe ku ev yek jî bandorê li hewldanên Rêveberiya Xweser ên têkoşîna li dijî terorê bike û aloziya mirovî ya li herêmê kûrtir bike.”

Metso bal kişand ser berpirsiyariyên civata navneteweyî û hêzên navneteweyî yên li herêmê yên li hember êrişan û bang li wan kir ku berpirsiyariyên xwe bînin cih.

(şx/c)