​​​​​​​Dagirkeran navenda ku ceyranê dide tevahiya Cizîrê 5 caran bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker santrala Siwêdikê ku ceyranê dide tevahiya herêma Cizîrê 5 caran bombebaran kir. Ji ber êrîşan ekîbên agirkujiyê nikarin xwe bigihînin herêmê.

​​​​​​​Dagirkeran navenda ku ceyranê dide tevahiya Cizîrê 5 caran bombebaran kir
6 cotmeh, 2023   10:07

Dewleta Tirk a dagiker ku ev 3 rojin navend û saziyên xizmetguzariyê yên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê bombebaran dike, îro jî êrîşî santrala ceyranêya Siwêdikê ya li navçeya Dêrikê kir.

Balafirên dagirkeran santrala ku ceyranê dide tevahiya herêma Cizîrê 5 caran bombebaran kir.

Di bombebaranê de agir bi santralê ker tû ziyanek mezin derket holê, lê ji ber ku balafir hîn li ser herêmê digerin, ekîbên agirkujiyê nikarin xwe bigihînin herêmê.

(a)

ANHA