​​​​​​​Hevserokê Meclîsa Cizîrê dijî êrîşan banga berxwedanê kir

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî saziyên xizmetguzariyê sûcê şer e û banga mezinkirina berxwedanê li gel kir.  

​​​​​​​Hevserokê Meclîsa Cizîrê dijî êrîşan banga berxwedanê kir
6 cotmeh, 2023   05:51

Hîkmet El Hebîb derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên dijî kargeh û saziyên xizmetguzariyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, ji ANHA’yê re axivî.

El Hebîb bibîr xist ku desthilatdariya faşîst a AKP’ê ji roja hatiye ser kar û heta niha êrîşî herêmê dike, hewl dide destkeftiyan tune bike.

 El Hebîb da zanîn ku deverên hatine bombebarankirin kargeh û saziyên xizmetguzariyên yên pêdiviyên gel pêşwazî dikin e.

Hîkmet El Hebîb diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo êrişan hincetên bê bingeh nîşan dide bang li hêzên navneteweyî kir ku li hember sûcê şer ê dewleta Tirk a dagirker bibin xwedî helwesteke cidî.

El Hebîb bang li welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî kir ku berxwedanê mezin bikin da ku dagirkeran ji xaka xwe derxînin.

(mh/a)

ANHA