′Bi belavkirina ramanê Rêbertî em komploya navneteweyî têk bibin′

Welatiyên navçeya Til Hemîsê diyar kirin ku komploya navneteweyî nikarîn rê li ber belavkirina ramanê azad ê Rêber Abdullah Ocalan bigire û gotin, armancên komployê têk çûn.

′Bi belavkirina ramanê Rêbertî em komploya navneteweyî têk bibin′
6 cotmeh, 2023   03:17

Welatiyên navçeya Til Hemîsê ya girêdayî kantona Qamişloyê gotin, bi belavkirina ramanê Rêber Abdullah Ocalan û bilindkirina ala azadiyê li hemberî pergala tecrîd û îşekceyê ya li Îmraliyê dê komployê têk bibin.

Welatiyê bi navê Ebduselam El Casim got: "Em pêkhateya Ereb Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan wekî binpêkirinekê li dijî tevahî pêkhateyên ku rêya wî dişopînin, dibînin. Her wiha wekî planekê ji bo şikandina îradeya xwe dibînin."

Ebduselam El Casim anî ziman ku komplo îradeya gelên ku ramanê Rêber Abdullah Ocalan pêk tînin neşkenand, lê belê îsrara wan a têkoşîna li ser rêya demokrasiyê xurttir kir.

Welatiya bi navê Şaha Osman diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan hertim ji bo rizgarkirina jinan ji adetên paşverû û polîtîkayên pergalên serdest û kapîtalîst xebitiye û got: "Em bi fikrê wî li hemberî pergala baviksalar û alavên wê tê dikoşin."

Şaha Osman got, ew ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê xurt bikin û bi rêya belavkirina ramanê wî li tevahî cîhanê armancên komploya navneteweyî têk bibin.

Welatiyê bi navê Yûsif El Mihweş got: ′′Armanc ji komploya navneteweyî ya qirêj a reş ew bû ku roja azadiyê ya bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan tarî bibe.′′

Yûsif El Mihwas da zanîn ku dewleta Tirk û dewletên dijberî azadiyê digotin dê bi komployê tevgera kurdî û ramanê azad tune bikin û destnîşan kir ku israra gel a xwe kûrkirina di ramanê Rêbertî de û pêkanîna felsefeya wî zêdetir bûn.

Yûsif El Mihwas di dawiya axaftina xwe de got: "Divê me ji bîr nekin ku ramanê Rêber Abdullah Ocalan em ji zulm, tarîtî û planên qirkirinê rizgar kir, ji ber vê yekê divê em ramanê wî pêk bînin û bi wesîleya nêzîkbûna komployê, ji bo azadiya wî kar bikin."

(bb)

ANHA