Şêniyên Reqayê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin

Şêniyên Reqayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û got ji bo parastina herêmê û destkeftiyan berxwedana û têkoşînê mezin bikin.

Şêniyên Reqayê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin
5 cotmeh, 2023   19:24

Şêniyên Reqayê bi meşeke girseyî girankirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Meş ji pêşiya avahiya Meclisa Giştî dest pê kir û ber bi qada Îtfaiyê ve bi rê ket.

Li wir, endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Bêrîtan Mihemed êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin.

Bêrîtan Mihemed destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca rewakirina dagirkerî û êrişên xwe bihane û îdiayên nerast derdixe û got: "Hedefgirtina saziyên xizmetguzarî û sivîlan sûcekî şer e û binpêkirina mafên mirovan û hemû pîvanên navneteweyî ye. Êdî pêwîst e hêzên navneteweyî helwesteke cidî nîşan bidin."

Bêrîtan Mihemed bang li pêkhateyên herêmê kir ku berxwedan û têkoşînê ji bo parastina herêmê û destkeftiyên gel mezin bikin.

(mh)

ANHA