Êrişên dewleta Tirk a dagirker li Awusturyayê hatin şermezarkirin

Kurdên li Awusturyayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û xwestin qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were girtin.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li Awusturyayê hatin şermezarkirin
5 cotmeh, 2023   17:40

Kurdên li paytexta Awusturya, Viyanayê li ber avahiya Parlamentoya Awusturyayê çalakî li dar xistin, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa "Em dixwazin qada hewayî ya Bakur û Rojhilkatê Sûriyeyê were girtin" hatin vekirin û alên YPJ, YPG, PYD û TEV-DEM′ê hatin hildan.

(bb)

ANHA