Bi hezaran kesan dijî dagirkeriyê heman peyam da

Li 5 navendên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê bi hezaran kes dijî êrîşên dagirkeriyê meşiyan û peyama şerê gel û têkoşîna yekpare dan.

5 cotmeh, 2023   17:04

Li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku ji duh ve bênavber dom dikin, gelên Kobanê, Hesekê, Amûdê, Qamişlo û Dêrikê daketin qadan.

QAMIŞLO

Girseya ku li Çerxerêya Sony kom bû, bi drûşmeyên ku êrîşan şermezar dikin heta ber Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo meşiya. Piştî meşê Hevserokê Meclîsa Rêveber a Herêma Cizîrê Talat Yunus axivî û got: “Gelên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê bi biryare ku dijî êrîşên dewleta Tirk ku dixwaze rêveberiya xweser ji holê rake, li berxwe bide û destkeftiyan biparêz e.

Yunus, bêdengiya navnetewî ya dijî êrîşan jî şermezar kir û wiha dom kir: “Bêdengiya we ya cihê şermê, hevkariya we ya bi dewleta Tirk re nîşan dide. Gelê me vê yekê jibîr nake.”

Di çalakiyê de Endama Meclîsa Giştî ya PYD’ê Pervîn Yusif jî axivî û destnîşan kir ku helwesta gel a dijî êrîşan bersiva herî bi rûmet e.

KOBANÊ

Meşa girseyî li Qada Jina Azad destpê kir û heta Qada Şehîd Egîd dom kir. Piştî meşa ku dirûşmeyên wekî, “Kujer Erdogan”, “Tolhildan” hat berzkirin û pankarta, “Mela+AKP= terorîzma kurewî” hat vekirin, axaftin hatin kirin. 

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn got: “Êrîşa li ser navendên xizmetê sucek şer e. Tirkiye bi sedan salan e û bi taybetî jî ji destpêka krîza Suriyeyê ve hewl dide Kurdistanê dagir bike, civakên li vê erdnîgariy3e tune bike. Lewma divê dijî van êrîşan berxwedan were bilindkirin.” 

Xwepêşandan bi dirûşmeyan bidawî bû.

HESEKÊ

Xwepêşandanê li çerxerêya Sinalco ya li Taxa Til Hecer destpê kir û heta ber avahiya agirkujiyê dom kir. Piştî meşe ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hat girtin û axaftin hatin kirin.

Alîkarê Hevserokê Meclîsa Hesekê Faruk Tozo bi şermezarkirina êrîşan dest bi axaftina xwe kir û got; “Tevî hemû êrîşan jî gelê me girêdayî doz, pîvan û şoreşa xwe ne. Tu êrîş nikarin vê îradeyê bişikînin, lewma em niha li qadan e.”

DÊRIK

Şêniyên Dêrik û bajaroka Til Koçer jî li Qada Azadiyê ya Dêrikê li hev kom bûn û heta navenda bajar meşiyan.

Piştî meşa ku wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmeyên “Bimre xiyanet”, “Bimre terora dewleta Tirk” hatin berzkirin axaftin hatin kirin.  

Endamê Meclîsa Giştî ya PYD’ê Mehemed Seîd axivî û got: “Dewleta Tirk dixwaze Kurdan tune û axa wan jî dagir bike. Lê em destur nadin vê yekê. Em soz didin Rêbertî û şehîdên xwe ku ewê heta serketftinê têbikoşin.   

AMUDÊ

Welatiyên navçeya Amûdê jî, li Qada Jina Azad daxuyaniyek da. Li ser nave girseyê welatiyê bi navê Mira Zoro axivî û wiha got:

“Em van êrişên hovane û qirêj ên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin. Dewleta Tirk dewleteke xwînmij û diktatore. Ew balafir, leşker û çeteyan çi bikar bîne jî wê nikaribe îradeya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe, gel wê liber xwe bide. Gelê Rojava wê şoreşa xwe biser bixîne.”

Mira Zoro diyar kir ku aliyên hevkariya dewleta Tirk a dagirker dikin wê pê re têk biçin.

(ekip/a)

ANHA