​​​​​​​Rêveberiyên sivîl xwest qada hewayî bê girtin

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê banga girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber êrişên dewleta Tirk a dagirker kir.

​​​​​​​Rêveberiyên sivîl xwest qada hewayî bê girtin
5 cotmeh, 2023   14:42

Artêşa Tirk a dagirker ji duh ve êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir kiriye ku hîna dewam dikein.

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û gundewarê wê bi daxuyaniyekê êriş şermezar kir û xwest qada hewayî li ber êrişên dewleta Tirk a dagirker were girtin.

Hevseroka Meclisa Rêveber a bajar û gundewarê Minbicê Nezîfe Xelo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker hincetan diafirîne da ku bi êrişên xwe projeya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe.

Her wiha hate gotin: "Projeya demokratîk îrade û hêviyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îfade dike. Dewleta Tirk di êrişên xwe de binsaziya herêmê û welatiyan dike da ku ewlehî û îstiqrara li herêmên me têk bibe."

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker bi tundî hatin şermezarkirin û bang li hêzên navneteweyî hat kirin ku erkên xwe yên qanûnî, exlaqî û mirovî pêk bînin û li hemberî êrişên domdar ên dewleta Tirk rabin.

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û gundewarê wê got: "Em bang dikin ku qada hewayî were girtin da ku gelên herêmên me bi ewle û aştî bijîn."

Rêveberiya Sivîl a Tebqayê jî bi amadebûna nûnerên rêveberiyê, Meclisa Leşkerî ya Tebqayê, partiyên siyasî, tevgerên jin, ciwan û rêxistina civaka sivîl li çalakiyek li ber avahiya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê li dar xist.

Di çalakiyê de hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Mûsa El Xalid daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Rêveberiya Xweser bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî stratejiyeke rêxistinîkirî li dijî terorê saz kir û serkeftinên mezin bi dest xist. Her wiha hate gotin, dewleta Tirk a dgirker li pêşiya çav û guhên cîhanê tevahî qanûnên navneteweyî bin pê dike û ji dema dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ve sûcan pêk tîne.

Di daxuyaniyê banga girtina qada hewayî ya herêmê li ber êrişên dewleta Tirk a dagirker hat kirin.

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/VrQHkmOBLmw?si=itJThLX4f3VyluuM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>