YPJ: Em ê bersiva êrişan bidin

Fermandariya Giştî ya YPJ têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyanî da û got: “Di van êrişên de gelê me tên armanckirin, ji ber wê jî em ê bi tu awayî van êrişên li ser gelê xwe qebûl nekin û em ê bersiva van êrişan jî bidin.”

YPJ: Em ê bersiva êrişan bidin
5 cotmeh, 2023   14:57

Fermandariya Giştîy a Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek nivîskî da

Daxuyaniya YPJ`ê wiha ye;

Dewleta Tirk a dagirker bi hinceta ku çalakiya li Enqerê hate kirin, êrişî binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Lê dewleta qirker ji roja destpêka şoreşê heta îro bi awyekî domdar êriş herêmên me dike. Her carê bûyerên ku bi kilometreyan ji me dûr û di heman demê de tu eleqeya wan bi me re nîne, dike hincet û êrişên ku armanca xwe qirkirina gelên herêmê ye pêk tînin. Dewleta Tirk navendên ku xizmeta pêdiviyên gel dabîn dike, kiriye navenda êrişên xwe yên dagirkeriyê. Van êrişên xwe bi awayekî vekirî li pêşiya tevahî cîhanê jî rewa dike.

HEBÛNA XWE Dİ TUNEBÛNA KURDAN DİBÎNE

Ev feraseta qirker a dewleta Tirk ya ku bi zimanê wezîrê şerê taybet Hakan Fîdan bi awayekî eşkerê van êrişên xwe bi lêv dike, cardin îfadeya pergala ku hebûna xwe di tunebuna gelên herêmê de dibîne, eşkere dike. Li Dêrazorê dema Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê dewleta Tirk bi awayekî vekirî ji bo ku ew komên çekdar aramiya herêmê xirab bikin, di nava liv û tevgerê de dabû. Me bi gelek dane, mikûrhatin û belgeyên destê xwe de ev rastiya dewleta Tirk ji raya giştî re eşkere kir. Dewleta Tirk di van leyîstokên xwe de serneket û êriş birin ser Minbic û Til Temir ê. Lê hêzên me bi dijwarî bersiva êrişên dagirkeriyê dan.

EM Ê BERSIVA VAN ÊRIŞAN BIDIN

Êrişên ku li ser herêmên me pêk tên, bi armanca xirabkirina îstîqrara herêmê tênê kirin. Hemû hêzên ku li herêmên me pêwîst e encamên ku ji van êrişên derbikevin holê, hayîdar bin. Ji ber ku êrişên li ser herêmên me bandora xwe tevahî herêmê dike. Weke hêza parastinê hebûna me û di heman demê de pergala ku îro em pê civaka rêvedibin, li herêmê roleyeke girîng dileyze. Di van êrişan de gelê me tên armanckirin, ji ber wê jî em ê bi tu awayî van êrişên li ser gelê xwe qebûl nekin û em ê bersiva van êrişan jî bidin. Qada ezmanî ji aliyê hêzên koalîsyonê ve hatiye vekirin, ev êrişên ku têne pêkanîn elbet bi êrêkirina van hêzên ku xwe weke garantor didin nîşandan pêk tên. Ji ber wê jî hêzên Koalîsyonê bi awayekî raste rast ji êrişên dewleta Tirk berpirsiyar in. Em tevahî cîhanê vedixwînin erkên xwe yê mirovî pêkanîn e.

GEL JÎ JI BO PARASTINA DESTKEFTIYAN DIVÊ LI QADAN BIN

Dema me dest bi şoreşa gelan kir em bi îrade û biryardariya gelê bawer bûn, îro jî em ê bi heman baweriyê parastina şoreşa xwe bikin. Em weke YPJ’ê bang li gelê xwe yê çar aliyên welat dikin, her bihûsta xaka welat bi xwîna zarokên we hatiye rizgarkirin, pêwîste gelê me li hemberî van êrişan asta biryardariya xwe bilind bikin. Gelê me di şert û mercên herî zehmet de ji bo pêşxistin û mezinkirina şoreşê berdelên giran dan, îro jî ji bo parastina destkeftiyên şoreşa xwe li qadan bin.

Bila tevahî qada navnetewî bizanibe em ê herdem, çi dibe bila bibe destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin û em ê nehelin ku tu hêzeke dagirker gav biavêje li ser axa me ya pîroz. ′′

ANHA