Kobanî dijî komplo û tecrîdê meşiyan

Xelkê kantona Kobanê bi meşeke girseyî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê mezin bikin.

Kobanî dijî komplo û tecrîdê meşiyan
Kobanî dijî komplo û tecrîdê meşiyan
Kobanî dijî komplo û tecrîdê meşiyan
Kobanî dijî komplo û tecrîdê meşiyan
5 cotmeh, 2023   12:18

Ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê ji çatrêya navçeya Sirînê ber bi navenda navçeyê ve meşek li dar xist. Meş bi diruşma ′Bi rihê azadî û fedakariyê em ê bi ser bikevin û dîwarên Îmraliyê hilweşînin′ hate lidarxistin.

Beşdaran wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan û diruşmên ′hilweşe komploer′, ′bimire îxanet′ û ′Bê Serok Jiyan Nabe′ hatin berzkirin.

Meş li pêş avahiya Şaredariya Gel a navçeyê vegerî mîtîngê. Li wir li ser navê xelkê Sirînê endama rêvebera Ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan Emel Behaedîn daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin dewleta Tirk a dagirker bi komploya navneteweyî negihîşt armancên xwe ji lew re êrişên xwe yên hovane li dijî tevahî xelkê Kurdistanê zêde dike.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Rêber Abdullah Ocalan bi berxwedana xwe komplo û hêzên tarî têk bir, pergala tecrîdê û îşkenceyê felc kir.

Xelkê Sirînê di daxuyaniya xwe de got hêzên beşdarî komployê bûne ji bo nehêlin gel bigihînin azadiya xwe dê tevahî cureyên êriş û şêweyên şerê taybet pêk bînin û hewl bidin aloziyan di nava pêkhateyan de û fitneyan derxin.

Di dawiyê de şêniyan got ew ê ji bo şikandina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê mezin bikin.

(fr)

ANHA