Foza Yusuf: Dijî êrîşên Tirkan roja yekrêziyê ye

Endama Desteya Serokatiya PYD’ê Foza Yusuf destnîşan kir pêwîste hemû kes dijî êrîşên ku gel, xak û rûmeta herêmê dikin hedef rabin ser piyan, dengê xwe bilind bike û got: “Îro roja yekrêzî û piştevaniya netewî ye.” 

Foza Yusuf: Dijî êrîşên Tirkan roja yekrêziyê ye
5 cotmeh, 2023   12:14

Foza Yusuf derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê de, ji ANHA’yê re axivî.

Foza Yusuf di destpêka axaftina xwe de ji bo malbatên kesên di êrîşan de şehîd bûne sersaxî, ji bo birîndaran jî şifa xwest.

Foza yusuf destnîşan kir ku êrîşên dawî yên dewleta Tirk domandina şerê nîjadkujiyê ku dijî gelê Kurd û gelên herêmê dide meşandin e û got: “Hedefgirtina sivîlan û binesaziyê binpêkirina peymanên navnetewî û biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY) ye. Ev sûcekî şer e. Armanca wan ew e ku herêmê ji xwediyên wê vala bikin. 

Foza Yusuf bal kişand ku Hikûmeta Şamê heta niha têkildarî êrîşan helwestek nîşan nedaye û wiha dom kir: “Li hemberî êrîşên ku axa Suriyeyê û welatiyên wê yên bi rûmet dikin hedef bêdengî cihê şermê ye, ji berpirsyariyê dûr e. Hikûmeta Suriyeyê ji parastina sînorên berpirsyar e, pêwîste erkên xwe bicîh bîne.”

‘DAIŞ’A NÛ TIRKIYE YE’

Endama Desteya Serokatiya PYD’ê dewlyeta Tirk wekî “DAIŞ’a nû” pênase kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Polîtîkaiyên wê yên terorîstî ne tenê gelê me, ji bo tevahiya cîhanê tehdîdek e. Tirkiye ji bo komên radîkal bûye stargehek, ji bo hêzên demokratîk jî bûye girtîgeh. Hêzên navnetewî û herêmî ku dijî êrîşan bêdeng in û peymanan bicîh nayîn jî berpirsên kuştina sivîlan in.” 

Foza Yusuf got: “Em ji hemû cîhanê re eşkere dibêjin ku tu êrişek nikare yekîtî û îradeya me bihejîne” û ev bang li gel kir: “Pêwîste gelê me rabe ser piyan û dijî van êrîşên ku ax û rûmeta me dikin hedef dengê xwe bilind bikin, dijî dijmin bibin yek. Em ê bi îradeya gel dijî hemû êrîşan bisekinin û destkeftiyên xwe biparêzin. Divê gel xwedî li saziyên xwe derkeve; ev roja yekrêzî û piştevaniya netewî ye.”

(a)

ANHA