Stasyona Al Qews a petrolê hate bombebarankirin

Balafireke bêmirov a artêşa Tirk a dagirker stasyona petrolê ya li gundê Al Qew ê navçeya Çilaxa ya kantona Qamişloyê bombebaran kir.

Stasyona Al Qews a petrolê hate bombebarankirin
5 cotmeh, 2023   10:32

Nûçegihanê me ji herêmê diyar kir ku balafireke bêmirov a artêşa Tirk a dagirker stasyona Al Qews a petrolê ya li bakurê navçeya Çilaxa bombebaran kir.

Ev stasyon gelek caran hate hedefgirtin, herî dawî jî di 23′yê Mijdara 2022′yan de balafirên bêmirov ên dewleta Tirk bombebaran kiribûn.

Ev nuqteya petrolê ya duyemîn e ku îro dewleta Tirk a dagirker bombebaran dike. Beriya çend kêliyan jî nuqteyeke petrolê li nêzî gundê Kerdahol ê li başûr-rojavayê Tirbespiyê hate bombebarankirin.

(fr)

ANHA