Pirtûkxaneya Niştîmanî li Reqayê hat vekirin

Bi nêzîkbûna 6'emîn salvegera rizgarkirina Reqayê, Komîteya Çandê û Şûnwaran a Reqayê pirtûkxaneyek niştîmanî li kolana Mensûr a bajêr vekir.

Pirtûkxaneya Niştîmanî li Reqayê hat vekirin
3 cotmeh, 2023   19:10

Di şahiya vekirinê de Komîteya Çandê û Şûnwaran, Desteya Çandê û Şûnwaran a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Yekitiya Rewşenbîran, Yekitiya Mamosteyan û rûspiyên eşîran ên herêmê beşdar bûn.

Di serî de hevseroka Komîteya Çandê û Şûnwaran a Meclisa Sivîl a Reqayê Lîlav Xelîl bixêrhatina beşdaran kir.

Piştre wêjevan û helbestvan Fewziye El Mirî vekirina pirtûkxaneyê pîroz kir û got: "Gavek wiha ji bo pêkhateyên Reqayê pir baş e. Pirtûkxaneyên niştîmanî wek wargeha kultûra fikrî û dîrokî ya şaristaniyan in û derfetê dide lêkoler û dîroknasan ku xebatên xwe pêş bixin."

Fewziye wiha lê zêde kir: "Divê em girîngî û rola pirtûkxaneyên niştîmanî nas bikin, ji ber ku ew navenda agahiyan e."

Pirtûkxane ji aliyê helbestvan û wêjevan Fewziye El Mirî ve hate vekirin. Piştre beşdar li nav pirtûkxanetê geriyan.

(mh)

ANHA