Çalakiyên li dijî tecrîdê berdewam bikin

Ciwanên şoreşger tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û û got, ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li qadan bin.

Çalakiyên li dijî tecrîdê berdewam bikin
3 cotmeh, 2023   18:29

Li bajarê Hesekê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan  meşek bi meşaleyan li dar xist.

Meş ji çerxerêya Salihiyê dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên "Hûn nikarin roja me tarî bikin" hatin hildan.

Meş li dawiya kolana sereke ya taxa Salihiyê bi dawî bû. Li vir deqeyeke rêz hat girtin, piştre jî ji rêveberên Yekitiya Jinên Ciwan Medya Ebdurehman axivî û got: "Kompo ne tenê li dijî Rêbertî bû, lê belê li dijî tevahî keç û xortên Kurdistanê bû.  Xwestin bi komployê roj û azadiya me tarî bikin."

Medya diyar kir ku ruxmî tecrîd û kiryarên derexlaqî, ramanê azad ê Rêber Abdullah Ocalan li tevahî cîhanê belav bûye û got: "Felsefeya Rêbertî ji me re bûye bingeh. Em ê bi îrade û îsrara xwe li hemberî tevahî pergalên destpotî rabin. Em ê li qadên têkoşînê bin ta azadiya fîzîkî ya Rêbertî mîsoger bikin."

Çalakî bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana Rêber Abdullah Ocalan û berxwedana gerîla bi dawî bû.

(bb)

ANHA