Li Minbicê şehîd hatin bibîranîn

Şêniyên Minbicê bi merasîmekê şehîdên mehên Tebax û Îlonê bi bîr anîn.

Li Minbicê şehîd hatin bibîranîn
Li Minbicê şehîd hatin bibîranîn
Li Minbicê şehîd hatin bibîranîn
Li Minbicê şehîd hatin bibîranîn
Li Minbicê şehîd hatin bibîranîn
3 cotmeh, 2023   15:01

Şêniyên bajar û gundewarê Minbicê cangoriyên azadiyê yên mehên Tebax û Îlonê bi bîr anîn. Bîranîn ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve li hola Navenda Çand û Hunerê ya li bajar hat lidarxistin û bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Rebîh Îzedîn axivî û got: "Şehîdan bedena xwe kirine pira ber bi ronahî, ewlehî û azadiyê ve. Her roj xaka welat şehîdên xwe bi bîr tîne.′′

Rebîh Îzedîn diyar kir ku ew şêniyên Minbicê bi mezin û biçûk xwe dê mîrateya şehîdan û destkeftiyên wê biparêzin û got: "Em soz didin şehîdan ku em ê heta serkeftinê şopdarên xeta wan bin. Şehîdên me wê ji bo me wekî sembol bîmînin. Em ê heta rizgarkirina herêmên dagirkir û têkbirina neyaran xeta şehîdan bişopînin."

Şêwirmenda Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê Mizgîn Cotkar jî got: " Em di şopandina xeta şehîdan de berdewam in. Em ê berdêl û şehîdan bidin ta bighêjin azadî, ewlehî û jiyaneke demokratîk.′′

Mizgîn Cotkar bal kişand ser Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û wiha dom da axaftina xwe: "Di vê mehê de komployek li dijî Rêber Abdullah Ocalan hat kirin, bi sedan kesî canê xwe dan da ku vê komployê têk bibin. Ji bo azadî û projeya biratiya gelan hîna jî berdêl tên dayîn."

Mizgîn banga xwedîderketina li destkeftiyên şehîdan kir û got ew ê heta pêkanîna armancên şehîdan şopdarên xeta wan bin.

Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser şehîdên mehên Tebax û Îlonê hat pêşandan.

Merasîm bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(bb)

ANHA