Xelkê Dêrazorê: Em bi Rêveberiya Xweser re ne

Şêniyên gundewarên Dêrazorê xwepêşandanek li dar xist û diyar kir ku ew bi Rêveberiya Xweser re ne û got ew destwerdanên derve yên têkbirina ewlehiyê û îstiqrarê red dikin.

Xelkê Dêrazorê: Em bi Rêveberiya Xweser re ne
3 cotmeh, 2023   12:34

Meclisa Herêma Rojava ya Dêrazorê xwepêşandanek bi beşdariya bi sedan şênî, rûspî, nûnerên meclisên xwecih, endamên saziyên sivîl, meclisên malbatên şehîdan û komîteyên jinan li dar xist.

Piştî xwepêşandanê li Çerxerêya Delê ya bajarokê Kesra mîtîngek li da ket. Di mîtîngê de rûspiyê êla El Ibêdat Ziyab El Çeylat daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de komployên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser ên ji bo têkbirina ewlehiya herêmê û derxistina fitneyê di nava pêkhateyên wê de, hatin şermezarkirin.

Her wiha helwesta baldar a xelkê herêmê û berpirsyariya wan hate silavkirin ku bi fitneyê nehatin xapandin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku xelkê herêmê bi Rêveberiya Xweser û hêzên leşkerî re ye, ew dev ji projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan bernadin û dê bi hev re welat ava bikin û rûmeta gel biparêzin.

(şx)

ANHA