Dadgeha Ceza endamtiya Ermenistanê qebûl kir

Dadgeha Ceza ya Navneteweyî endamtiya parlamentoya Ermenistanê pejirand. Rêveberiya Rûsyayê ji ber vê pêşketinê aciz e.

Dadgeha Ceza endamtiya Ermenistanê qebûl kir
3 cotmeh, 2023   12:43

Di dengdana li Parlamentoya Ermenistanê de 60 deng ji bo erêkirina Statuya Romayê hatin dayîn, 22 parlamenter jî li dijî derketin.

Berpirsyarê Ermeniyan ê ji karûbarên edaletê yên navneteweyî berpirsyar Eghiş Kirakosyan di destpêka nîqaşên li meclisê de diyar kir ku li dijî Azerbaycanê tevlêbûna Ermenistanê ya ji bo Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (UCM) dê bibe garantiyeke mezin ji bo Ermenistanê.

Projeya UCM’ê ya Ermenistanê bû sedema bertekêb Rûsyayê. Kremlînê di daxuyaniyekê de roja Pêncşemê got nirxandina endametiyê "pir dijminane” ye. UCM’ê bihara borî, biryara girtinê ji bo serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn derxistibû.

Berdevkê serokatiya Rûsyayê Dmitriy Peskov jî got: "Helbet em hêvî dikin ku ev biryar bandoreke neyînî li têkiliyên me yên dualî neke."

Têkiliyên Ermenistan û Rûsyayê di qonaxeke aloz de derbas dibin. Êrîvanê ku di mehên dawî de xwe nêzî welatên rojavayî kir, ji êrişa dawî ya Azerbaycanê ya li ser Qerebaxê hêviyê wî şikest û Rûsya jî van sûcdariyan red dike.Rûsya beriya sê salan, piştî êrişa dagirkeriya Azerbaycanê ya demkurt, Rûsyayê hêzên aştiyê li herêmê bi cih kiribû. Lê di dema êrişa dawî ya Bakûyê de leşkerên Rûsyayê ji cihên xwe neliviyan.