46 roj e xelkê Siwêdayê li Qada Keramê ye

Xelkê Siwêdayê di roja 46′an de li Qada Keramê xwepêşandanên xwe didomîne.

46 roj e xelkê Siwêdayê li Qada Keramê ye
3 cotmeh, 2023   12:19

Bi dehan şêniyên Siwêdayê îro jî berê xwe da Qada Seyr (Keramê) ya li naverasta bajêr. Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), xelkê Siwêdayê ji 46 rojan ve di xwepêşandanên xwe de banga “hilweşîna rejîmê”, “danîna çareseriya siyasî ya giştî li welat li gorî biryara 2254′na”, “serbestberdana girtiyan” dike.

Xwepêşandêran pankaatên “Na ji çekan re, na ji tundiyê re, na ji berovajîkirina tevgerê re, êdî alavên rejîmê aşkera ne”, “Derbirîna siyasî ya serhildanê şêweyên herî bihêz ên pêkanîna azadiyê ne” hildan.

Xelkê Siwêdayê banga pergaleke dûrî navendîbûnê û başkirina rewşa aborî dikin.

(fr)