​​​​​​​Êla Igêdat-eşîra Bekîr: Em rê nadin fîtneyan û em li kêleka QSD û Rêveberiya Xweser in

Rûspiyên êla Igêdat-eşîra Bekîr bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji QSD û Rêveberiya Xweser re li hember hewldanên peydakirina fîtneyê nîşan da.

​​​​​​​Êla Igêdat-eşîra Bekîr: Em rê nadin fîtneyan û em li kêleka QSD û Rêveberiya Xweser in
28 îlon, 2023   19:37

Daxuyanî ji aliyê rûspiyê eşîra Bekîr Fethî Ewad El Itêş ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye: "Tiştê ku li Dêrazorê dibe fîtne û komployeke ji derve ye. Gelek aliyên li dijî gelê me jî destek da wê komployê û armanca wan talankirin e.

Em bi hêzên xwe re QSD`ê re ne û dê li rex şervanên xwe li dijî komploya ji rojavayê Firatê tê kirin, bisekinin.

Em bang li hemû eşîran dikin ku li hember fesadan bisekinin. Em li kêleka Rêveberiya Xwser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hêzên xwe yên leşkerî ne. Em bang li hemû eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin ku ji planên hin dewletan di serî de dewleta Tirk a dagirker, Îran, Rûsya û rejîma Sûriyeyê hişyar bin. Ji ber ku armanca wan têkbirina projeya me ye. Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe bi aramî û hevbeşî dijîn û careke din teqez dikin ku rê nadin planên li dijî yekitî û aramiya me.

Li hember vê fîtneya ku bazirganên hişbirê, milîsên Îranê, çeteyên "Artêşa Niştîmanî" yên dewleta Tirk a dagirker wê û şaneyên DAIŞ`ê belav dikin, piştgiriya hêzên xwe QSD`ê dikin. Armanca komplogeran, derxistina fitneyê di nava kurd û ereban de ye.

Em bi tevahî pêkhateyên herêmê re hevgirtî ne. Ji bo me propagandaya ku ragihandina derew û dijber belav dike, ne girîng e. Hemû li dijî herêmê ne, derewan belav dikin. Tişta dibêjin, ne rast in. Vaye ji vi rem ji wan re vê gotinê dibêjin.”

(mh/şx)

ANHA