Çalakiya konvedanê ya li Hesekê bi dawî bû

Çalakiya konvedanê ya li Hesekê bi lidarxistina çalakiyeke protestoyî bi dawî bû. Beşdaran got heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were, dê têkoşînê mezin bikin.

Çalakiya konvedanê ya li Hesekê bi dawî bû
27 îlon, 2023   15:48

Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li qada Suryan a Hesekê çalakiya konvedanê li dar xistibû. Îro çalakiya konvedanê bi çalakiyeke protestoyî bi dawî bû.

Endamê Komîteya Amadekar a çalakiya konvedanê, Ebdulxenî Oso di çalakiyê de axivî û got: “Rêber Apo, rêberê gelên herêmê ye. Bi hêz, fikr û vîna xwe ev nav heq kir. Berê me ew wek rêberê gelê Kurd qebûl dikir. Lê niha gelên herêmê tevahî dibêjin Rêber Abdullah Ocalan rêberê wan e. Di vê çalakiya xwe de em bang li tevahî hêzan dikin ku piştgiriya wî bikin.”

Di dawiyê de Oso wiha anî ziman: “Em bang li tevahî gelên cîhanê û herêmê dikin ku têkoşînê mezin bikin. Ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan, ji bo gelên cîhanê, Rojhilata Navîn û mirovahî xebat kir. Divê niha gel hemû ji bo wî bixebitin.”

Di dawiya çalakiya protestoyî beşdaran “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.

(şx)

ANHA