‎Kongra Star têkildarî revandina Werîşe Mûradî daxuyaniyek da

Kongra Star diayr kir ku ew van kiryar û rêbazên dijmirovahî yên ji aliyê rejîma Îranê û desthilatan ve tên kirin, şermezar dikin û bang li saziyên mafên mirovan kir ku rewşa endama KJAR′ê zelal bikin.

‎Kongra Star têkildarî revandina Werîşe Mûradî daxuyaniyek da
27 îlon, 2023   12:43

Kongra Star der barê revandina endama Komelgeha Jina Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî de ji hêla rejîma Îranê ve daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Rejîma Îslamî ya Îranê li beramberî têkoşîna jinan xwe ranagire, têkoşîna ku bi ′JIN,  JIYAN ‎AZADÎ′ , dengvedaneke mezin li çar aliyên cîhanê çêkir  û bûye hêvî û hêza hemû azadîxwazan dibe hedefa hişmendiya kevneperest û desthilatdaran.

Di 1′ê Tebaxa 2023′yan de endama Komelgeha Jina Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe ‎Mûradî ji aliyê Asayîşa Îranê ve hate revandin û heta niha çarenûsa wê ne diyar e. Endama KJAR ê ‎xebatekî siyasî û rêxistinî dikir, revandina wê bi vî awayî fikarên malbat û rêxistina wê li ser ‎rewşa wê çêdike ,  ev kiryarkî li dijî hiqûqa navneteweyî ya mafên mirovan e û li dijî têkoşîna ‎jinan ye. Saziyên peywendîdar der barê rewşa Werîşe de berpirsiyar in.

Em Kongra Star van ‎kiryar û rêbazan dijmirovahî şermezar dikin. Em bang aliyên berpirsyar û saziyên navdewletî û yên ‎Netewên Yekbuyî û saziyên mafên mirovan dikin ku bi lez tev bigerin û rewşa endama KJAR′ê ‎zelal bikin û helwesta li beramberî van kiryaran zelal bidin nîşandan û bi erk û berpirsyariya ‎xwe rabin.‎"