Kongreya 5′emîn a YNK′ê dest pê kir

Kongreya 5’emîn a Yekitiya Nîştimaniya Kurdistan (YNK) dest pê kir. Kongreya dê sê rojan berdewam bike. Tê pêşbînikirin ku di rêziknameya navxwe ya partiyê de, di nava sazî û hejmara endamên wê yên di navendên biryardayînê de guhertin çêbin.

Kongreya 5′emîn a YNK′ê dest pê kir
27 îlon, 2023   10:41

Îro di saet 11:00’an de li salona Telarî Huner a Silêmaniyê Kongreya 5’emîn a YNK’ê bi tevlîbûna 600 endamên kongreyê, serkirde û nûnerên partiyên siyasî yên Herêma Kurdistan û Iraqê dest pê kir.

Tê pêşbînîkirin ku di kongreya pêncem a YNK’ê de hejmara endamên encûmena serkirdayetî ji 124 endaman dakeve 50 ta 55 endaman. Her wiha tê pêşbînikirin ku bi vê kongreyê re 10 ta 13 kes ji bo polîtbûroya partiyê werin hilbijartin. Tê gotin wê hejmara kota jinê di nava encûmena serkirdayetî û polîtbûroyê de li gor kongreya çarem kêm bibe û bibe kêmtir ji sedî 15. Wê hinek encûmenên nû ji bo partiyê werin zêdekirin û rêziknameya navxwe ji nû de were sererastkirin. Her wiha sîstema hevserokatiyê were rakirin.

YNK di 22’yê Gulana 1975’an de hatiye damezrandin. Di 27’ê Çileya 1992’an de kongreya yekemîn li Silêmanî li dar xist. Di wê kongreyê de Celal Talebanî wek Sekreterê Giştî û Newşîrwan Mistefa jî wek cîgirê sekreterê giştî hat hilbijartin.

Kongreya 2’yemîn di 30’yê Çileya 2001’an de li Silêmaniyê hat lidarxistin. Kongreya 3’yem di 1’ê Gulana 2010’an de hat lidarxistin. Kongreya 4’emîn di 21’ê Kanûna 2019’an de hat lidarxistin. Di vê kongreyê de biyar hat girtin ku YNK derbasî sîstema hevserokatî bibe. Bafil Talebanî û Lahor Şêx Cengî wek hevserokên YNK’ê hatibûn hilbijartin.