′Divê rêxistinên hiqûqî rewşa Rêber Abdullah Ocalan aşkera bikin′

Çalakiyên konvedanê yên şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan dewam dikin. Welatiyên beşdar got divê rewşa Rêber Abdullah Ocalan a tenduristî bê aşkerakirin û xebata li ser pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî bê kirin.

′Divê rêxistinên hiqûqî rewşa Rêber Abdullah Ocalan aşkera bikin′
′Divê rêxistinên hiqûqî rewşa Rêber Abdullah Ocalan aşkera bikin′
′Divê rêxistinên hiqûqî rewşa Rêber Abdullah Ocalan aşkera bikin′
′Divê rêxistinên hiqûqî rewşa Rêber Abdullah Ocalan aşkera bikin′
′Divê rêxistinên hiqûqî rewşa Rêber Abdullah Ocalan aşkera bikin′
′Divê rêxistinên hiqûqî rewşa Rêber Abdullah Ocalan aşkera bikin′
27 îlon, 2023   10:36

Li qada Suryan a li taxa Nasire ya Hesekê duh çalakiyên konvedanê yên bi armanca şermezarkirina tecrîda li diî Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî hatibûn lidarxistin. Çalakî di roja xwe ya dawîn de ye.

Vê sibehê bi sedan şêniyên Hesekê, endamên saziyên li navçeya bakur û şaredariya bakur, komîn, endamên PYD′ê yên li navçeya rojhilatê berê xwe da konê çalakiyê û diruşmên ′Bê Serok Jiyan Nabe′ berz kirin.

Di çalakiyên roja duyemîn a dawî de endama rêvebera Komîteya Jinan a PYD′ê li navçeya Rojhilatê Sebah Qere axivî û wiha got: "Em ji vir dengê ji tevahî cîhanê re rêdikin  û dibêjin Rêber Abdullah Ocalan ragirtî ye, lê fikra wî li Rojava belav e."

Sebah wiha domand: "Divê em jin layiqî mafên ku Rêber Abdullah Ocalan daye jinan derkevin. Divê di oxira parastina wan mafan de tê bikoşin."

Li aliyekî din jî helbestvan Melket Ehmed axivî û wiha got: "Li ser navê mirovahî û wijdanê em bang li rêxistinên navneteweyî, hiqûqî û civata navneteweyî dikin ku rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan aşkera bikin."

Ehmed bi helbestekê gotina xwe bi dawî kir.

Dê çalakiyên konvedanê bi daxuyaniyekê saet 5′ê êvarê bi dawî bin.

(fr)

ANHA