​​​​​​​'Gotinên te di wijdana me de hatin nivîsandin'

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê ji bo şehadeta kedkarê çapemeniya azad Seyîd Evran daxuyaniyanek da.

​​​​​​​'Gotinên te di wijdana me de hatin nivîsandin'
26 îlon, 2023   11:17

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê li ber navenda xwe ya li gundê Til Qirahê yê Şehbayê ji bo şehadeta kedkarê çapemeniya azad Seyîd Evran daxuyaniyek da.

Meclisê di daxuyaniyê de got: "Bi xemgîniyeke mezin me şehadeta hevrê Seyîd Evran bihîst. Di destpêkê de em sersaxiyê ji Rêber Apo û gerîlayên serê çiya û hevrêyên wî re dixwazin. Rojnamevan, nivîskar û şoreşger Seyîd Evran 22’yê Îlona 2023’yan şehîd bû, ji ber nexweşiya dil."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Ferhengek ku tê de destên xatirxwestinê û veqetînê dubare dibin û xatir û mirina ji bo dozeke dadperwer jiyana herheyî ye. Tu ji vê dinyayê derket, wêne û gotinên te di wijdana her şoreşgerekî Kurd ê azadiyê de dimînin."

Di dawiyê de wiha hate gotin: “Hûn ji vê dinyayê derketin û ketin dîrokê, we rola xwe ji bo gelê xwe û ji bo hemû mirovahiyê pêk aniye. Ruhê te şad be şehîd."

ANHA