​​​​​​​QSD′ê komên ketibûn Zîbanê derxistin; 20 çete hatin kuştin

QSD′ê çeteyên ji herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de ketibûn bajarokê Zîbanê yê rojhilatê Dêrazorê, derxistin. Her wiha ji wan koman 20 çete hatin kuştin û 31 çete jî birîndar bûn.

​​​​​​​QSD′ê komên ketibûn Zîbanê derxistin; 20 çete hatin kuştin
26 îlon, 2023   11:50

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyand ku tevahî komên çekdar ên ji bajarê Meyadînê ya di bin kontrola hikumeta Şamê de şeva berê ketine bajarokê Zîbanê, derxistine.

Têkildarî mijarê ev daxuyanî hate dayîn:

“QSD′ê di saetên şeva berê de çeteyên rejîma Şamê yên ji bajarê Meyadînê yê li rojavayê çemê Firatê ketine bajarokê Zîbanê, derxistin. Di encama wê de di navbera hêzên me û çeteyên malên welatiyan û mizgeftên bajarok ji bo xweparastin û veşartinê bi kar dianî, şer çêbû.

Di pevçûnan de 20 çete hatin kuştin û 31 çete birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyên Meyadîn û aliyekî Dêrazorê yê di bin kontrola rejîmê de.

4 ŞERVAN ŞEHÎD BÛN

Di bersivdana êrişa terorîst de 4 şervanên me şehîd bûn.

Hêzên rejîmê piştgirî da çeteyan, bi top û moşekan û çekên giran ew parastin ku êrişên krîmînalîzekirinê pêk bînin. Gelek moşek li malên welatiyan û sûka bajêr ketin, di encamê de welatiyek şehîd bû û gelek jî birîndar bûn. Her wiha saziyên xizmetguzariyê ji hêla çeteyan ve hatin dizîn û talankirin.

Hêzên me yekser tedbîrên ewlehî yên pêwîst ên ji bo ewlehî û îstîqrarê li herêmê girtin, veguhastina welatiyan ber bi herêmên ewle yên li gundên derdorê ve hêsan kirin, nehiştin çete di êrişên xwe yên terorîst de bi ser malan de bigirin. Ew derxistin û ewlehî li bajarok vegerandin.

QSD bi hevkariya şêniyên herêmê teqez dike ku ew bi israr û bi awayekî xurt li hember êrişên çeteyên rejîmê bisekine û hewldanên wan ên derbekirina ewlehî û îstîqrarê têk bibe."

(fr)