ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-09-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-09-2023
25 îlon 2023   23:00

- Malbatên şehîdan ên ji Helebê got tevgera ku hêzên mezin nekarî tune bikin, xiyanet pê nikare. Her wiha diyar kirin ku xiyanet encama çaresernekirina doza Kurd e û dê bi bin bikeve. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Nivîsgeha nihênî ya hevjîna Beşar Esed, Esma Esed bacên nû li bazirganên Helebê ferz dike ku ji mîlyonan heta mîlyarên lîreyên Sûriyeyê ne. Hemwextî wê jî Wezareta Diravî ya hikumeta Şamê bacan li bazirganan ferz dike.

Diyar e ku xwesteke Erebistana Siûdî ya bidawîkirina dosyaya Yemenê heye. Her wiha diyar e Erebistana Siûdî di vê pêvajoyê de giraniyê dide "Dîtina 2030′î" ku avakirina bajarê Niyomê yê li beramberî deryaya Spî di nav xwe de digire.

Însiytîafa Gel a Herêma Cizîrê li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û ji bo azadiya wî ya fîzîkî konê çalakiyê li qada Şehîdên Suryan a li taxa Nasira ya bajarê Hesekê vedigre, saet di 09:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Meclisa Civaka Ermenî merasîmê bîranîna şehîd Anûş Abîtiyan li avahiya xwe li dar dixe, saet di 09:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê têkildarî sûcên li Efrînê ku ji aliyê dagirkeran ve têne kirin, daxuyaniyekê li kampa Berxwedan a navçeya fafînê ya Şehbayê dide, saet di 10:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan meşekê li dar dixe, meş ji pêşiya hola civînana a 8′ê Adarê ya li beşê rojava yê taxa Şêxmeqsûdê dest pê dike, saet di 18:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Saziya Olî ya Helebê rojbûna Pêxember Mihemed merasîmekê li Mizgefta Mezin a Şêxmeqsûdê li dar dixe, saet di 20:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA