2 komên çekdar ên hikumeta Şamê ketine çembera QSD`ê

QSD′ê daxuyand ku 2 komên çekdar ên girêdayî hikumeta Şamê  hewl dan bikevin navçeya Zîban a Dêrazorê, ketina çembera hêzên wan.

2 komên çekdar ên hikumeta Şamê ketine çembera QSD`ê
25 îlon, 2023   15:08

Navenda Ragihandinê yê QSD′ê bi daxuyaniyekê ragihand ku 2 komên çekdar ên girêdayê hikumeta Şamê hewl dan bikevin navçeya Zîbanê ya rojhilatê Dêrazorê, ketine çembera hêzên wan.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

′′ Hêzên me 2 komên çekdar ên girêdayê saziya ewlehiyê ya rejîmê Sûriyeyê dorpêç kirin. Her du koman bi desteka êrişên bêserûber ên ji bajarê Meyadînê yê rojavayê çemê Firatê, ketin navçeya Zîbanê yê rojhilatê Dêrazorê.

Hêzên me ji bo sepandina ewlehî û istiqrara herêmê tedbîrên pêwîst ên lezgîn girtin û veguhestina sivîlan ber bi herêmên ewle yên li gundên derdorê ve û garantiya selametiya wan hêsan kir. Her wiha nahêle çete sivîlan tev li êrişên xwe yên terorê bikin, heta ku çedaran tune bike an jî radestkirinê li wan ferz bike.

Di şer de hinek çekdar hatin kuştin û hinek din jî birîndar bûn. Kuştî û birîndarên çekdaran veguhestin herêmên  rojavayê çemê Firatê yên di bin serweriya rejîma Sûriyeyê de. Di êrişên bêserûber ên bi hawan û obîsan de ku ji aliyê herêmên rejîmê yên li rojava Firatê ve hatin avêtin, hinek şênî birîndar bûn û ziyan gihiştin milkên wan."

(bb)