​​​​​​​Li Tehranê bi hezaran zarok ji perwerdeyê bêpar in

Seroka Rêxistina Parastina Civakî ya Îranê da zanîn ku li Tehranê ji ber tunebûna belgeyên fermî û zêdebûna hejmara şargirtina li dibistanan, nêzî 3 hezar zarok ji perwerdeyê bêpar mane.

​​​​​​​Li Tehranê bi hezaran zarok ji perwerdeyê bêpar in
25 îlon, 2023   15:19

Seroka Rêxistina Parastina Civakî ya Îranê Meryem Xak Rangîn destnîşan kir ku li Tehranê nêzî 3 hezar zarok li derveyî dibistanan mane û got: "Sedem tunebûna belgeyên fermî li ba welatiyan û tijîbûna dibistanan ji ber hejmara zêde ya şagirtan e."

Meryem Xak Rangîn diyar kir ku divê zarokên biyanî yên ku dixwazin navên xwe di dibistanan de tomar bikin, pêşî destûra tomarkirinê ji dibistanên bigirin. Her wiha destnîşan kir ku ev sîstemî jî di Cotmeh û Çileyê de berdest e û aşkera kir ev jî dibe sedem ku zarok li şûn perwerdeyê dereng dimînin.

Welatî jî nikarin navên zarokên xwe tomar bikin ji ber ku belgeyên wan ên fermî tune ne yan jî agahî kêm in, ji ber wê jî piraniya zarokên ku li kolanan dixebitin an jî yên ji dibistanan bêpar mane bê belgeyên fermî ne.

(mh)